Li Amedê 4 girtiyên jin dest bi greva birçîbûnê kirin

Hat zanîn ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê rojnameger Derya Ren jî di nav de 4 jinan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.

Navenda Nûçeyan- Girtiyên siyasî yên li girtîgehan di 27’ê Mijdarê de bi daxwaza “Azadî ji Abdullah Ocalan re û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” ragihandin ku dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin.

Di çarçoveya çalakiyê de rojnameger Derya Ren, Şîlan Yilmaz, Hanîm Îş û Hêlîn Sayin ên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê ne, diyar kirin ku ji bo 10 rojan dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirine.