Li Afganistanê ji hatina Talîbanê vir ve zêdetirî hezar sivîl hatin qetilkirin

Mîsyona Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî di raporekê de piştrast kir ku li Afganistanê ji sala 2021’an û vir ve ku Talîbanê rêveberiya welat bi dest xist nêzî hezar sivîl hatine qetilkirin.

Navenda Nûçeyan - Mîsyona Alîkariya Neteweyên Yekbûyî ya li Afganistanê ragihand ku li Afganistanê ji sala 2021’an û vir ve ku Talîbanê rêveberiya welat bi dest xist nêzî hezar sivîlên Afganî di encama bombebaran û tundiyên din de hatine qetilkirin.

Mîsyona Alîkariya Neteweyên Yekbûyî ya li Afganistanê, rapora ku îro ragihand de ragihand ku di heyama navbera 15’ê Tebaxa 2021 û Gulana 2023’an de hezar û 95 sivîl hatine qetilkirin û 2 hezar û 679 sivîl jî birîndar bûne.

Di raporê de hat diyar kirin ku piraniya mirinan, ango zêdetirî 700 kesan, êrîşên tolhildanê ya bi bombeyî ya li  cihên giştî wek mizgeft, navendên perwerdehiyê û bazaran jî di nav de, ji ber teqemeniyên jixweberî pêkhatiye.

Mîsyona Alîkariya Neteweyên Yekbûyî ya li Afganistanê diyar kir tevî ku ji sala 2021’an û vir ve ku Talîbanê rêveberiya welat bi dest xist pevçûn di astekî girîng de kêmbûn jî, lê pirsgirekên ewlekariya ya bi taybetî ji DAİŞ’ê çavkanî digre didome û berpirsê tundrewa piranî êrişan DAİŞ’ê û balkişand ku êrîşe bixwîn zêdebûn e.

Li gorî rapora Mîsyona Alîkariya Neteweyên Yekbûyî, di encama êrişên bombeyî yên DAIŞ girt ser xwe de, bû sedema mirin û birîndarbûna zêdetirî hezar û 700 kesan.