Li Afganistanê her roj jin ji aliyê Talîbanê ve tên qetilkirin

Piştî ku Talîbanê rêveberiya Afganistanê desteser kir, li dijî jinan binpêkirin zêde bûn. Li gorî nûçeyên ku di çapemeniyê de derketine, di meha Tebaxê de gelek jin hatine qetilkirin.

BAHARÎN LEHÎB

Kabîl- Piştî ku Afganistan ji aliyê Talîbanê ve hat desteserkirin, welat bi komkujî û binpêkirina mafên jinan ket rojevê. Afganistan niha ji bo jinan bûye cihê qedexeyan û jiyana wan di ewlehiyê de nîn e.

Li gorî nûçeyên ku di çapemeniyê de derketine, bûyerên qetilkirina jinan li welat her diçe zêdetir dibin û gelek ji wan bûyeran jî nayên bihîstin.

Daneyên tundiyê di meha Tebaxê de li Afganistanê wiha ye:

*24’ê Tîrmehê: Li navçeya Sîahgerd a Perwanê, Johargola 40 salî hat qetilkirin.

*25’ê Tîrmehê: Nîlûfer a 18 salî li taxa Molaghlam a navenda Bamyanê bi guman jiyana xwe ji dest da. Mirina wê weke ‘xwekujî’ hat qeydkirin.

*29’ê Tîrmehê: Haydeh a 16 salî li bajarê Maimene Feryabê di encama gulebaranê de jiyana xwe ji dest da. Ev bûyer jî wekî ‘xwekujî’ hat qeydkirin.

*31’ê Tîrmehê: Li navçeya Kohistanat Sarpolê jina bi navê Hatîce ya 25 salî ji aliyê mêrê ku pêrê cewicî bû  hat qetilkirin.

*1’ê Tebaxê: Fatimaya 40 salî li mala xwe ya li taxa Daikandî ya Kajranê hat qetilkirin.

*3'ê Tebaxê: Masoumeh a 21 salî li taxa Khajaghar a Takharê ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve bi amûreke tûj hat qetilkirin.

*5’ê Tebaxê: Li Kunduzê mamosteyeke jin di mala xwe de rastî îşkenceyê hat û hat qetilkirin. Di dema îşkenceyê de guh, ziman û poza wê hatibûn texrîbkirin.

*10’ê Tebaxê: Li navçeya Siahgerd a Parwanê jina bi navê Rozgol bi guman jiyana xwe ji dest da.

*18'ê Tebaxê: Niazkhal ê 45 salî li navçeya Sayad Sarpolê di mala xwe de ji aliyê çekdaran ve hat qetilkirin.

*18'ê Tebaxê: Li navçeya Naziyan a Nangarharê ciwanek û jinek hatin qetilkirin. Hat hînbûn ku her du jî ji aliyê mamê jina ciwan ve hatine qetilkirin.

*20'ê Tebaxê: YouTuber Hawa Sedat li qada 18'an a Kabîlê ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hat qetilkirin.