Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê binçav kiribûn hatin berdan

25 kesên ku di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatibûn binçavkirin, piştî îfadeya li midûriyeta polîsan hatin berdan.

Stenbol- 25 kesên di çalakiya ku Dayikên Şemiyê xwestin li Qada Galatasarayê pêk bînin de hatibûn binçavkirin, birin midûriyeta polîsan. Piştî muameleya li midûriyeta polîsan, 25 kesan ji bo kontrola tenduristiyê rakirin 2 nexweşxaneyên cuda û piştre hatin berdan.

Dayikên Şemiyê li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal ragihandin ku kesên girtî hatine berdan û gotin: “Ji bo ku êdî tu kes, tiştên hatine serê me nejî em ê bêdeng nemînin û dev ji qada Galatasarayê bernedin.” Navê kesên hatin berdan wiha ne:

“Hanîfe Yıldız, Eren Keskîn, Gulseren Yolerî, Mikaîl Kirbayir, Besna Tosun, Îkbal Eren, Huseyîn Ocak, Hasan Karakoç, Alî Ocak, Oya Ersoy, Umît Efe, Leman Yurtsever, Hunkar Yurtsever, Gulendam Ozdemîr,  Îsmaîl Yucel, Cuneyt Yilmaz, Davut Arslan, Begalî Kurnaz, Koray Loker, Taylan Bekîn, Denîz Aytaç, Hatîce Onaran, Seyît Dogan, Emîne Dayioglu û Asli Takanay."