Li Afganistanê bûyerên qetilkirina zarokan zêde dibin
Di van çend rojên dawî de li bajar û parêzgehên cuda yên Afganistanê çend zarok bi awayekî hovane hatin qetilkirin.
Navenda Nûçeyan – Piştî ku di Tebaxa 2021’ê de Talîbanê rêveberiya welat bi dest xist, jin û zarok li welat bûn qurbaniyên sereke yên şer û pevçûnan.
Duh ango 3’ê Nîsanê du zarokên ku temenê wan di navbera 8 û 10 salî de bû, li bajarê Sar-e-Pul ê Afganistanê dema ku pezê xwe ji bo çêrandinê dibirin derdora bajêr, ji aliyê kesên nenas ve bi awayekî hovane hatin qetilkirin.
Zarokên bi navê Vahed ê 8 salî û Mihemed Yunus ê 10 salî ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve bi dar û keviran hatin qetilkirin û waliyê Talîbanê jî bêyî hûrgiliyên cînayetê û armanca kiryaran diyar bike, ragihand ku girêdayî cînayetê 3 kes hatine girtin û lêkolîn berdewam dike.
Zarok bi awayê hovane tên qetilkirin
Dîsa di heman rojê de zarokek 12 salî yê bi navê Seyîd Reşîd li gundê Bus yes ê girêdayî Qaisar ê parêzgeha Faryabê bi awayekî nepenî hat qetilkirin. Rayederên xwecihî yên Talîbanê mirina zarokê wek întihar ragihandin lê dozgerê bajarê Qaiyser jî diyar kir ku zarok întihar nekiriye bi zincîrê hatiye xeniqandin û piştre jî hatiye daliqandin.
Dîsa di 2’ê Nîsanê de, zarokekî 14 salî yê bi navê Shams El-Haq li gundê Beyanî yê bajarê Sighan ê Parêzgeha Bamiyan, ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve bi guleyên hat qetilkirin.
Her wiha roja şemiyê 1’ê Nîsanê zarokê bi navê Bîlal ê 5 salî yê xelkê gundê Kasaban ê ser bi parêzgeha Kapisa, ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hat qetilkirin û piştre cenazeyê wî hat şewitandin. Zarokê 5 salî li nêzî mala xwe hat revandin û cenazeyê wî ya şewitandî li gundekî nêzî bajarokên bi navê Kakrî hat dîtin.