Doza Vieira Akbarzadeh dê 10’ê Nîsanê were dîtin

Li gorî nûçeyan tê payîn ku danişîna doz der barê Viyeira Akbarzadeh de hatiye vekirin dê di rojên pêş de bê dîtin.

Navenda Nûçeyan – Li gorî agahiyên ku hatine parvekirin tê diyarkirin ku danişîna doza sûcên der barê çalakvana mafên zarokan Viyeira Akbarzadeh dê di roja 10’ê Nîsanê de li yekemîn Dadgeha Şoreşê ya Buşehrê were dîtin.

Çalakvan Viyeira Akbarzadeh bi sûcên "Li dijî ewlehiya hundîr û derve sûc kiriye û civakê ji bo têkbirina aramî û rehetiya kamûyê teşwîq dike” tê darizandin.

Tê diyarkirin ku dewlet di pêvajoya serhildana şoreşgerî ya piştî qetilkirina Jîna Emînî, yek ji niştecihên Buşehrê Viyeira Akbarzadeh di 27’ê Îlonê de girt û piştî hefteyekê bi awayekî demkî bi kefaleta 300 milyon Tumenî berda.