Li Aden’ê jinên parêzer li dijî binpêkirina mafan li hev kom bûn

Li bajarê Aden ê Yemenê, jinên parêzer li dijî binpêkirina mafan a pîşeyî civîna xwe ya yekem li darxistin. Jinên parêzer, bal kişandin ser girîngiya parastina wan di dema ku erkên xwe yên hiqûqî pêktînin de.

Aden- Li bajarê Aden ê Yemenê komek jinên parêzer, bi armanca parastina rûmeta xwe ya pîşeyî, li Yekîneya Parêzeran civîna xwe ya yekem li dar xistin.

Civîn bi armanca nîşandana sekna cidî li dijî binpêkirinên ku jinên parêzer di dema ser erka xwe de rastî tên hate li darxistin. Hate diyarkirin ku ev binpêkirin li beramberî hinek hevpîşe û qadên darazê ji aliyê hinek aliyan ve tê pêkanîn. Divê qanûn, bêyî cûdahiyekê û nêzkatiyek berpirs a pîşeyî were destgirtin.

Divê cihê jinan were bihêzkirin

Jinên parêzer, bal kişandin ser girîngiya parastina wan di dema ku erkên xwe yên hiqûqî pêktînin. Îfade kirin ku divê cihê wan ê di nava civakê de were bi hêzkirin. Diyarkirin ku parêzer di pêkanîna edaletê de hevkarên bingehînin, mafê wan nayê paşguhkirin û biçûkxistin. Di civînê de zoriyên ku li qadê rastî tên û pêkanînên ku jinên parêzer rastî tên hate destgirtin. Hate îfadekirin ku divê ev pirsgirêk bi cidî were nirxandin, divê mekanîzmayên pîşeyî werin çareserkirin. Hate diyarkirin ku divê di navabera parêzerên jin de piştevanî were bihêzkirin, tu binpêkirin bê bersiv nemîne û divê rêzdariya pîşeyê were parastin.

Bal kişandin ser seknek bi hêz a pîşeyî

Parêzeran bi taybet doza Aida Bazahir û Fatîma Ali İbrahim Ali Nur girtin dest, diyar kirin ku ev bûyerên şexsî, pirsgirêkek a pîşeyî ku hemû jinên parêzer eleqeder dike ye û jêre parastinek hevpar lazime. Her wiha mijara cilên yek tîp ji bo parêzeran di salonên dadgehê de jî bû rojev. Îfade kirin ku ev ji bo bihêzkirina nasnameya pîşeyî, parastina rêzdariya parêzeran û pêkanîna dîtinek guncaw ji bo qada darazê girînge. Beşdarvanan destnîşan kirin ku divê ev cûrên civînan bi rêk û pêk bidome, kenalên têkilî û koordînasyonê were bihêzkirin û parastina jinên parêzer li dijî her cûrê binpêkirinan, divê seknek bi hêz û pîşeyî were avakirin. 

Ev civîn, di aliyê hişyarîkirina hişmendiya mafê pîşeyî de gaveke girînge. Destpêka pêvajoya parastina maf û rûmeta jinên parêzer, ji bo hemû kesê qada xebatê ya bi ewle û edlane ye.