‘Li Şerîaya Rojava zarok ji perwerdehiyê bêpar in’
Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), di rapora xwe de diyar kir ku ji ber sînordakirinên hêzên Îsraîlê yên li ser tevgera nistecihên Şerîaya Rojava û zêdebûna tundiyê, xwegihandina zarokan a ji bo perwerdeyê tê asteng kirin.

Navenda Nûçeyan – Pergala perwerdehiyê ya li Şerîaya Rojava ya Filistînê bi gefên mezin re rû bi rû ye. Zêdebûna tundî û sînordakirinan, bi hezaran zarokan ji mafê perwerdehiyê bêpar dike û tevahiya nifşekî mehkûmê nexwendinê dike.
Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) di rapora xwe de ragihand ku zarokên li Şerîaya Rojava ji ber sînordarkirinê tevgerê û zêdebûna tundiyê, di xwegihandina perwerdehiyê de bi zehmetiyên zêde re rû bi rû dimînin.
Rêxistinê, diyar kir ku rewşa heyî ya li Şerîaya Rojava zarokan hertim dixe di nava rewşek tirs û fikarê de û ev yek jî bandorek neyînî li ser tenduristiya wan a derûnî dike û pêvajoyên wan ên perwerdehiyê têk dike. UNICEF’ê, destnîşan kir ku pêwîste mafê perwerdehiyê bê îstîsna ji bo hemû zarokan bê mîsogerkirin û ewlekirin.
“Sûcê qirkirinê" û "şerê birçîbûnê ya bêdawî ya li Xezayê" ku beriya du salan dest pê kir, didome û hêzên Îsraîlê operasyonên xwe yên leşkerî yên li dijî niştecihên Şerîaya Rojava zêdetir dikin. Di encama van êrîşan de piraniya wan jin û zarok herî kêm 64 hezar û 605 sivîl jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 163 hezar kes jî birîndar bûn. Ev hejmar hê nehat teqezkirin.
Bi hezaran mexdûrên ku tîmên alîkarî û rizgarkirinê yên ji ber bombebaranên berdewam û dorpêçên dijwar, nikarin bigihîjin wan di bin kavilan de an jî li kolanan asê mane û di heman demê de xela jî bû sedema mirina zarok û dehan kesan.