Erdheja Efganistanê: 37 hezar zarok di bin xeteriya birçîbûnê de ne

Save the Children, di rapora xwe de diyar kir ku li herêmên ji erdheja Efganistanê bandorbûnê nêzî 37 hezar zarokên di bin 5 salî de û 10 hezar jinên ducanî û şîrdêr bi xeteriya kêmbûna xurekê ya cidî re rû bi rû ne.

Navenda Nûçeyan – Piştî erdheja ku di dawiya meha Tebaxê de li Efganistanê qewimî, gel ji ber avahiya aborî û civakî ya lawaz welat, bêewlehiya xurekê, bêkarî û sînordarkirinên civakî, bi qeyranekî mirovî ya roj bi roj girantir dibe re rû bi rû ne.

Rêxistina navneteweyî Save the Children, di rapora xwe ya 9’ê Îlonê de, diyar kir ku li herêmên ki erdhejê bandorbûnê, zêdetirê 91 hezar mirov hewceyê alîkariya xurekê ne û di nava wan de herî zêde zarok ji kêmbûna xurekê bandor dibin.

Zarok û jin bi xeteriya kêmbûna xurekê ya cidî re rû bi rû ne

Li gorî raporê, nêzî 37 hezar zarokên di bin pênc salî de û 10 hezar jinên ducanî û şîrdêr bi kêmbûna xurekê ya cidî re rû bi rû ne. Her wiha, li rojhilatê Efganistanê ji ber kêmkirina budceya navneteweyî ya îsal, nêzî 80 navendên tenduristiyê û tîmên seyar hatin girtin. Ev rewş, bû sedema sînordarkirina xizmetan a ji bo 564 kesan.

Di raporekî din a ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ve hatî weşandin de, hate diyar kirin ku li herêmên rojhilat ên ji erdhejê bandorbûnê, 11 hezar û 600 jê jinên ducanî bi giştî 498 hezar 130 kes hewceyê xizmetên tenduristiyê ya lezgîn in.

Qûtbûna xizmetên tenduristiyê

Li gorî raporê, ji sedî 15’ê jinan ji ber qûtbûna xizmetên tenduristiyê yên zêde bûnê, wê di zarok anînê de rastî komplîkasyonê were. Her wiha, bi nêzbûna mehên zivistanê re, malbatên ku d stargehên qerebalix de dijîn, di bin xeteriya nexweşiyên şewbê de ne.

Efganistan, piştî destserkirina rêveberiya welat a Talîbanê, bi qeyranekî mezin re rû bi rû ye. Kêmbûna alîkariyên navneteweyî û vekişîna saziyên alîkariyê, avahiya aborî û civakî qels bû û ev rewş, bû sedem ku bi mîlyonan kes rastî bêewlehiya xurekê, bêkarî û qeyranên mirovî were.

23.7 mîlyon Efganî hewceyê alîkariya mirovî ne

Li gorî rapora Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Hevrêzkirina Karûbarên Mirovî (OCHA), 23.7 mîlyon Efganî hewceyê alîkariya mirovî ne. Nêzî ji sedî 48’ê nifûsê welat, di bin xeta xizaniyê de dijîn û ji sedî 12.4 jî bi bêewlehiya xurekê re rû bi rû ne.

Mafên jinan ên karkirinê hate sînordarkirin

Piştî destserkirina rêveberiya welat a Talîbanê, mafên jinan ên karkirinê hate sînordarkirin. Di encama biryara di sala 2022’an de hate girtin de, jin dev jî karên xwe yên li rêxistinên alîkariyê yên herêmî û navneteweyî berdan. Ev biryar, ji aliyê civaka navneteweyî û rêxistinên alîkariyê ve rastî rexneyên berfireh hat. Piştî bertekên navneteweyî, talîbanê neçar ma di sektorên tenduristî û perwerdehiyê de destûrên sînordarkirî bide.

Ji bilî van qeyranên siyasî û civakî, karesatên xwezayî jî bandorek giran li ser jiyana mirovan kir. Erdheja bi pileya 6.2’an ku di dawiya meha Tebaxê de li rojhilatê Efganistanê qewimî, bû sedema karesatek mezin a mirovî. Erdhêj bû sedema mirina nêzî 2 hezar û 200 kesan û 3 hezar 600 kes jî birîndar bûn. Her wiha, bi hezaran malbat jî bêmal û bê stargeh man.