‘Li Şerîaya Rojava herî kêm 101 zarok hatin qetilkirin'

Save the Children ragihand ku hejmara zarokên Filistînî yên ku di sala 2023’an de li Şerîaya Rojava ya di bin dagirkeriya Îsraîlê de hatin qetilkirin herî kêm 101 e.

Navenda Nûçeyan - Rêxistina Save the Children ku navenda wê li Îngilistanê ye, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji 7ê Cotmehê heta niha hejmara zarokên Filistînî ji aliyê leşkerên Îsraîlê yan jî nişteciyên neyasayî ve hatine kuştin 63 ye.

'Herî kêm 101 zarokên Filistînî hatin qetilkirin'

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hema hema her roj zêdetirî zarokek tê kuştin û li gorî raporên Neteweyên Yekbûyî (NY) di vê heyamê de 388 zarok ji ber êrîş û qedexeyên niştecihan koçber bûne û herî kêm 101 zarokên Filistînî hatine kuştin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Hejmara zarokên Filistînî yên ku ji aliyê leşker û niştecihên Îsraîlê ve li Şerîaya Rojava hatin qetilkirin îsal sê qat ji sala 2022'an e, sala ku ji sala 2005'an û vir ve herî zêde mirine, 36 kes e. Her wiha herî kêm 39 zarokên Îsraîlî hatin qetilkirin. “

'Di derbarê mafên mirovan de fikarên cidî di rojevê de ne'

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku pevçûnên li Xezayê, Şerîaya Rojava û Qudsa Rojhilat, ji bilî mirinan, bûye sedem ku zarok ji xwendinê û ji hewcedarî û xizmetên bingehîn bê par bimînin û wiha hat gotin: "Pergala binçavkirinê ya leşkerî. ji ber desteserkirina telefonên zarokên ku hewl didin ji nuqteyên kontrolê yên li Şerîaya Rojava derbas bibin û parvekirinên wan ên li ser medyaya civakî hatin desteserkirin. "Bi binçavkirina wan re fikarên mafên mirovan ên giran, azadiya derbirînê, nepenî û desteserkirina ji azadiyê derdixe holê."

Bang li Îsraîl kir ku dest ji bikaranîna hêzê li dijî zarokan berde

Rêveberê Filistînê Save the Children Jason Lee ku nirxandinên wî di daxuyaniyê de cih girt got: "Li Xezayê mirina sivîlan dewam dike, îhtîmala belavbûna vê li Şerîaya Rojava ya ku mafên zarokan lê tê binpêkirin zêde dibe" û bang li Îsraîlê kir ku. dev ji bikaranîna hêzê li dijî zarokan berdin. Jason Lee di berdevamiya axaftina xwe de got:  "Hejmara zarokên li Xezayê hatine kuştin ji hejmara zarokên ku li hemû herêmên şer ên cîhanê hatine kuştin zêdetir e. Dem hatiye ku em binpêkirinên mafên zarokan rawestînin û ewlekariya demdirêj ji bo zarokên li Xezayê, Şerîaya Rojava û Îsraîlê were peydakirin. Tiştek din nikare paşeroja ku heq dike bide wan."