Li Şengalê starta 8’ê Adarê: Em ê bi Jin Jiyan Azadî tola 74 fermanan hilînin

TAJÊ û Meclîsa Jin ya Herêma Ereban daxûyaniyek hevpar starda rêzeçalakiyên 8’ê Adarê ku dê bi dirûşma ‘Em ê bi Jin Jiyan Azadî tola 74 fermanan hilînin’ bê lidarxistin da.

Şengal – Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Meclîsa Jin ya Herêma Ereban daxûyaniyek hevpar starda rêzeçalakiyên 8’ê Adarê da. Di daxuyaniya hevpar a bi zimanên Kurdî û Erebî hat dayîn de hat diyarkirin ku dê rêzeçalakiyên bi boneya 8’ê Adarê ya Roja Jinan a Cîhanî bi dirûşmaye ‘Em ê bi Jin Jiyan Azadî tola 74 fermanan hilînin’ pêşwazî bikin.

Daxûyanî bi zimanê kurmancî ji aliyê Berdevka Koordînasyona TAJÊ’ê Rîham Hico, bi zimanê Erebî jî ji aliyê Endama Rêveberiya meclîsa Jinên Ereb Fatma Mistefa ve hate xwedin.

Daxûyanî wiha bû:

“Em 8’ê Adara 2024’an bi dirûşma, 'JIN JIYAN AZADÎ ber bi şoreşa jinê ve dimeşin' bi coş, kelecan hezkirin, berxwedan û tekoşîna hemû jinên cîhanê silav dikin.  

Wekî Rêber Apo dibêje 'sedsala 21. mîn sed sala jinê ye' ji ber ku di vê sedsalê de, jina têgihiştî, jina zana, jina pêşeng, jina lêgerînvan û jina têkoşer pêşketî ye. Di vê wateyê de, asta pêşketin û pêşveçûna tevgera jinan li ser esasê mîrateya dîroka jin deskeftiyên mezin bidestxisti ye.

‘Em li dijî feraseta ku di şexsê jinê de jiyanê dikuje têdikoşin’

Îro jin li ser vê mîrateya dîrokî ketiye ferqa zîhniyeta zilamê desthilatdar ku ji bindestî û koletî pêve tiştekî baş neaniye.  Jin di vê sed salê de, li dijî zîhniyet û zilamê desthilatdar yê ku bi tûndî, şer, kuştin, xizantî û bi jinê re jiyanê dikuje tekoşîn dike. Li hemberî çar lingên dewlet-netew û birdoziya wê ya zayendperest, nijadperest, zanistperest û netewperest ku her roj cîhanekî bê exlaq, bê çand, bê nirx ava kirî li ber xwe dide. Jin bi îddîa û îradeyekî tekoşînê ya mezin, ji tekoşîna mirovahî û hemû bindestan re pêşengiyê dike. Di vê wateyê de, îro di pergala kapîtalîst de, qirkirina jinan, tine hesibandina nasnama jinan, hebûna jinan di bin navê hezkirin û evînê de hedef tê girtin. Armanca pêşxistina rêxistin û tekoşîna jinê li dijî vê zîhniyet û ferasetê ye.   

‘Gerîllayên YJA-Star’ê pêşî li qirkirina jinên Êzidî girtin’

Li ser vî bingehî di roja îro de ya ku herî zêde, bi qirkirin û fermanan re rû bi rû maye, em  jinên Êzidî ne. Di 3’yê Tebaxa 2014’an de bi destê çeteyên hov ên DAIŞ’ê fermanekî ku mînaka wê çênebûye me jinên Êzidî jiyan kir. Di vê fermanê de, nêzî heft hezar jin û keçên me hatin revandin û li sûkan hatin firotin. Heta niha aqûbeta gelek ji wana ne diyar e. Bi zîhniyeta di şer de, jin xenîmet e desteser dikin. Ev bi awayekî vekirî dijminahiya jinan kirin e. DAIŞ bi zîhniyeta zilamê desthiladar ve di vê fermanê de herî zêde jin hedef girtin. Li beramberî van kiryar û kirinên li ser jinên Êzidî gerîlayên YJA- STAR bi çek û pêşengiya xwe mudaxele kirin û pêşiya jinên di nav pençê qirkirinên de girtin. Gerîlayên jin ne tenê jin ji fermanê rizgarkirin di warê parastinê de jî zanebûnek rêxistinkirî pêşxistin. Di encama vê ked û hewldanê de, kesayeta jina Êzidî û jina Ereb ya têkoşer û çalak di astekê de pêşket. Li ser vî esasî jinên Êzidî jinên Ereb ya rêxistinkirî hêzên parastina xwe avakirin.

‘8’ê Adarê ji bo me roja pêşîgirtina li fermanê ye’

Di vê wateyê de, roja 8’ê Adarê ji bo me jinên Êzidî roja tekoşîn, parastin û pêşîgirtina fermana ye. Fermanê ezmûnekî mezin fêrî me jinên Êzidî kir ku ji nan û avê bêtir pêwîstiya me bi rêxistina parastinê heye. Ji ber îro parastina me jina ne di civakê de, ne di malê de, ne di cihê kar de û ne di cihekî de heye.

‘Her roj ji bo jinan bûye roja serhildan û berxwedanê’

Berovajî li her qad û dewletan jin bi tûndiyê, lêdanê, bêheqiyê û kuştinê ve rû bi rû ye. Ev xeteriya li ser jinan çiqas diçe zêdetir dibe. Ji ber nêzîkatiyê ferq û cûdabûna di navbera jin û zilam de tê jiyîn rê li ber şer û pevçûnê bê serûber vedike. Lewma hemû pirsgirêkê civakî ku çavkaniya xwe ji zîhniyeta zilamê desthilatdar digre wekî aborî, siyasî û civakî rasterast diteyise ser jiyana jinê û neyînî bandor dike. Ji ber vê yekê tekoşîna 8 Adarê ji sedema ferq û cûdabûnê ku çavkaniya xwe ji zayendperestiya zilam digre. Ji bo wê bi zanebûna jin ala tekoşîna 8’ê Adarê rakin erk û berpirsyariya me hemû jina ye. Hêza jina rêxistinkirî bi çalakiyên hevbeş dikare pêşiya xeteriya li ser jin rake. Jin bi vê erk û berpirsyariyê li her derê tekoşîna xwe didomîne. Şoreşa jin jiyan Azadî di oxira azadiya jin de tekoşîna hemû jinên cîhanê bandor kir. Ev jî bingeha xwe ji îdeolojiya Rêber Apo digre. Wateya 8’ê Adarê bi vê îdeolojiyê gihişt lûtkeya herî bilind. Êdî her roj ji bo jinan bûye serî rakirin û berxwedan. Êdî jin bi hêza xwe, bi vîna xwe, bi fikra xwe jiyanê bi ruhê 8’ê Adarê bi yek deng û yek rengî dihûne. 

‘Ji bo azadiyê xwedî li kampanyayê derkeve’

Ji bo vê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) qampanya bi navê “Li dijî qirkirina jin bibe dengê xweparastinê” di asta cîhanî de em ê bidin destpê kirin. Emê li dijî qirkirina jinan, parastin û rêxistinkirinê xurt bikin. Ji bo vê di asta cîhanî de, qirkirina ku li ser jinên Êzidî hate kirin û ji bo pêşiya van qirkirinan bê girtin tekoşînekî hevbeş di nava yekîtiya jinên cîhanî de pêwîst dibînin. Li ser vî esasî bangaziya me ji bo hemû jinên cîhanê xwedî li vê qampanyayê derketine. Xwedî derketina li qampanyayê, xwedî derketina li azadiya xwe ye.

Emê 8’Adarê bi dirûşmeya ‘Em ê bi Jin Jiyan Azadî tola 74 fermanan hilînin’ pêşwazî bikin.”

Di dawiyê de jî pilansazîiya çalekiyên 8’ê Adarê hate xwedin. Plansaziya jinan li Şengalê wiha ye:

“Roja 2’ê Adarê wê belavok bên belavkirin.

Roja 3’ Adarê pêşengeha wêne û şano bê lidarxistin.

Roja 4-5’ Adarê semîner bên dayîn û sînevîzyon wê werê nîşandan.

Roja 6’ Adarê wê meş werê lidarxistin.

Roja 7’ Adarê wê serdana Yekîneyên Parastina Jin YŞJ’ê û goristana şehîdan werê kirin.  

Roja 8’ Adarê wê pîrozbahî werê li darxistin.”

Daxuyaniya jinan bi dirûşmen ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Bijî 8’ê Adarê’, ‘Bijî têkoşîn û berxwedana jinan’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.