Banga boykotkirina hilbijartinên Îranê: Em çawa dikarin her tiştî ji bîr bikin

Parêzvana mafên mirovan a Kirmaşanê, banga boykotkirina hilbijartinên li Îranê kir û got: “Em çawa dikarin her tiştî ji bîr bikin, tevlî hilbijartina sexte bibin û ev rejîma totalîter a ku jin û zarokan qetil dike re rewabûnê bidin qezenç kirin?”

GILARI GILANI

Kirmaşan - Li Îranê hilbijartinên parlementoyê ku 4 salan carekê tê li dar xistin û hilbijartinên Meclîsa Pisporan ku 8 salan carek tê li dar xistin, wê di 1’ê Adarê de bê li dar xistin. Tê payîn di Hilbijartina Giştî ya Parlamenteriyê ya Serdema 12’emîn de li seranserê welat 61 milyon û 173 hezar û 298 hilbijêr, 15 hezar jê gerok li 59 hezar navendên hilbijartinê dengê xwe bikar bînin. Çend roj beriya hilbijartinê beşek mezin a pêkhateyên welat, pergala ku hikûmeta Îranê li ser zext û darvekirinê ava kiriye şermezar kirin û banga boykotkirina hilbijartinan kirin.

Parêzvana mafên mirov û hawirdorê ku xwe gihand ajansa me û ji ber ewlehiyê em nikarin navê wê bidin, diyar kir hikûmeta Îranê hilbijartinan sexte pêktîne û banga boykotkirinê kir.

‘Serhildana Jin Jiyan Azadî didome’

Peyama parêzvana mafên mirovan wiha ye: "Em jinên Kirmaşanê rêya Mînoo Majîdî (di dema serhildanan de hate qetilkirin) didomînin û em bi boykotkirina hilbijartinên sexte yên rejîmê nîşan didin ku têkoşîn û berxwedan didome û tevgera şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî hêj zindî ye. Li Kirmaşanê hê xwina Mînoo Majîdî, ciwan û jinan li kolanan e. Em çawa dikarin her tiştî ji bîr bikin, tevlî hilbijartina sexte bibin û ev rejîma totalîter a ku jin û zarokan qetil dike re rewabûnê bidin qezençkirin?

‘Jinên Kirmaşanê wê berxwedan û têkoşîna xwe bidomînin’

Rejîmeke ku bi salane rewatiya xwe winda kiriye, lê xwepêşandan û girtîgehan bi darvekirina ditepisîne û li ser piyan dimîne ye. Hêviyek me jinan ji vê parlementoya dejenerebûyî nema. Em li dijî avakirina pergala temsîl a meclîsê ne jî. Em dixwazin netewek demokratîk ku rasterast demokrasî û jiyanê ji bo me avabike, were afîrandin. Em wek gelên bindest ên Îranê bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' têkoşîna xwe bidomînin. Jinên Kirmaşanê wê berxwedan û têkoşîna xwe bidomînin."