Li Şengalê Konferansa Jenosîd û Entegrasyonê: Civaka Êzidî ji bo edaletê dicive
Şengal ji bo hesabpirsîna fermanê dicive. Di 15’ê Tîrmehê de li Gelyê Kersê, ji bo rizgarkirina jinên di destê DAIŞ’ê de û neçarkirina Iraqê ya naskirina jenosîdê, civaka Êzidî îradeya xwe ya xweseriyê radigihîne.
Şengal – Li ser şopa rastiyên fermana 3’ê Tebaxa 2014’an ku li Şengalê bi serê civaka Êzidî de pêk hat de, bi amadekariya Meclîsa Gel a Şengalê li ser encamên fermanê, naskirina jenosîde û avakirina nexşeya entegrasyona demokratîk konferanseke girîng tê lidarxistin. Konferansa ku bi navê ‘Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk’ pêk tê, bi dirûşma ‘Edaleta Veguhêz Wê Bibe Bingeha Entegrasyona Demokratîk’ di 15’ê Tîrmeha 2026’an de li navenda Meclîsa Gel a Şengalê(Geliyê Kersê) were lidarxistin.
‘Em dixwazin Iraq jenosîda li ser Êzidiyan nas bike’
Endama Koordînasyona TAJÊ Ferîde Şingalî û Cîgira Hevseroka Meclîsa Gel A Şengalê Besê Avesta girîngiya konferansê ji ajansa me re nirxandin. Ferîde Şingalî diyar kir ku nêzî salvegera fermana 74’an de lidarxistina konferanseke wiha xwedî cihekî girîng e. Her wiha di domandina axaftina xwe de diyar kir ku konferans we bi kesên siyasetmedar, akademîsyên, endamên Meclîsa Gel û gelek kesayetên diyar ên Êzidî û derve pêk were. Ferîde Şingalî li ser hedef û armanca konferansê got: “Di vê konferansê de armanca me ewe ku bi nêrîna gelê Êzîdî re em îredaya xwe bi dest bixin. Em xwe nespêrin hinek kesên din. Jenosîdê bi hûkûmeta Iraqê bidin qebûlkirin.”
Endama Koordînasyona TAJÊ Ferîde Şingalî bal kişand ser girîngiya konferansê û wiha domand: “Di vê konferansê de em di wê baweriyê de ne ku weke civaka Êzidî gavekî bavejin û hiqûqa xwe bidest bixin. Bi hezaran keç û jinên me hê jî di destên DAIŞ’ê de ne û aqubeta wan nediyar e. Bi vê konferansê em ê hewl bidin wan rizgar bikin. Em ê hemû Êzidî bi vê konferansê werin gel hev û li ser fermanê biaxivin. Xeteriya li ser Êzîdiyan çi ye? Em ê li ser van nîqaş bikin. Di vê pêvajoyê de ev yek gelekî girîng e.”
‘Wê di konferansê de li ser Êzidiyên ku aqubeta wan nediyar e jî nîqaş bên kirin’
Di fermana 74’an de gelek kes bi awayekî komî hatine qetilkirin û di gorên komî de hatine binaxkirin. Ferîde Şingalî diyar kir ku 12 sal di ser fermanê re derbas bûye lê hê jî gorên komî nehatine vekirin. Ferîde Şingalî li ser vê mijare bal kişand ser îhmalkariya dewletê û wiha got: “Der barê gelek cenazeyên ku hikûmetê birine Bexdayê de hê agahî nehatiye girtin. Ev yek dihelê em nikaribin cenazeyên xwe, şehîdên xwe vêşerin. Îhmalkariyek di vê hêlê de heye. Di konferansê de wê ev mijar hemû werin nîqaşkirin. Fermanek giran li serê me hat rakirin û îxaneteke mezin li me hat kirin. Di demeke ewqas direj de neteslîmkirina cenazeyên me ne mûnasib e, tiştekî zehmet e, bi êş e. Ji bo êsîrên me jî heta niha hikûmeta Iraqê tu hewldana ji bo dîtina wan nekiriye.”
Ferîde Şingalî di domandina axaftina xwe de diyar kir ku di konferasê de wê li ser tekoşîn û berxwedana jinên Êzidî jî semîner werin dayîn û wê vê konferansê bikin mifteya xweseriya demokratîk a Şengalê.
‘Ji bo ku fermanek din bi serê me de neyê divê em bibin yek’
Cîgira Hevseroka Meclîsa Gel A Şengalê Besê Avesta anî ziman ku wê konferans li ser sê lingên ku ji ferman, jenosîd û entegrasyona demokratîk pêk tê were lidarxistin û li ser girîngiya beşdarbûna jinan a vê konferansê wiha got: “Konferansa me ya ku wê di 15’ê Tîrmehê de pêk were nêzî salvegera fermanê ye jî. Armanca konferansê qebûlkirina jenosîda li ser gelê Êzidî ye. 12 sal di ser bi ferman û jenosîda li ser civaka me ya Êzidî re derbas bûye lê ev yek hê jî ji hêla hikûmeta Iraqê ve nehatiye qebûlkirin. Fermana ku li ser gelê Êzidî pêk hat, keç û jinên Êzidî yên ketine destên DAIŞ’ê û nasnameya wan hatiye windakirin wê di konferanseke wisa de werin nîqaşkirin. Wê êş û azara ku di fermanê de rûbirû man werin dîtin. Di heman demê de wê ew jinên ku li ber xwe dane, pêşengî kirine jî werin destgirtin. Wê di konferansê de bi taybetî hedefgirtina jin û keçên Êzidî were nîqaşkirin û nirxandin. Jin di civaka me ya Êzidî de gelekî pîroz e. Her wiha wê di konferansê de dîroka jinên Êzidî, çanda Êzidiyan, bîr û baweriyên Êzidiyan û dîroka fermanên ku di civaka Êzidiyan de rû dane werin destgirtin û nîqaşkirin.”
Di dawiyê de, Besê Avesta bang li civaka Êzidî kir û got: “Em bang li gelê xwe dikin ku tevlî konferansê bibin. Bi taybetî malbatên şehîdan, parlamenterên Êzidî divê tevlî vê konferansê bibin. Ev yek di berjewendiya Êzidiyan de ye. Divê em bibin yek da ku bi komkujiyan re rûbirû nemînin û di nav dewleta Iraqê de bibin xwedî nasname. Îro Êzidî divê bibin yek da ku careke din di fermaneke din re derbas nebin. Îro ew roj e ku Êzidî bibin yek raye, yek dest.”