Li Şengalê komxebata Netewa Demokratik hat lidarxistin

Li Şengalê di çarçoveya têkoşîna li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xurtkirina kampanyaya “Dem Dema azadiyê ye”, ji aliyê Rêveberiya Xweser a Şengalê ve ji bo danasîna pergala netewa demokratîk komxebatek hate lidarxistin.

Şengal – Di çarçoveya têkoşîna li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û danasîna pergala Netewa Demokratîk li Şengalê komxebatek hat lidarxistin. Komxebat li Hola Azadî ya navenda Bajarê Şengalê bi beşdar buna 450 mêvanên ji derveyî Şengal û ji Şengalê pêkhat.

Komxebata ku ji aliyê Rêveberiya Xweser a Şengalê ve tê lidarxistin hejmarek nivîskar, saziyên jin, partiyên jin, akademisyen,  rewşenbîran, siyasetmedar, rojnamevan, berpirsên dezgehên alikariyê yên mirovî, nûnerên komên baweriyan ên ji Başûrê Kurdistanê û bajarên Iraqê, Berpirsên Hêzên Ewlekariya Iraqê, Endamên partiyên siyasi yen Iraqê,Tevgera Azadî, her wiha meclîsên gel ên Şengalê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî, tevgera ciwanan a Şengalê, Partiya Azadiya Demokratîk a Êzidxanê, rûsipiyên civakê, gelek sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser beşdarî komxebatê bun.

‘Riya azadiya Iraqê pergala Netewa Demokratîk e’

Axaftina vekirinê ya komxebatê ji aliyê Hevseroka Meclisa Xweseriya Demokrat ya Şengalê Xezal Reşo ve hate kirin. Xezal Reşo di despêka gotinên xwe de komxebat li her kesê piroz kir û der barê giringiya naveroka komxebatê ev nirxandin kir:  “Di demek wiha de ku tevahî hêzên desthilatdar ji bo dagirkirina Rojhilata Navîn di nava pilanên qirêj de ne weke gelên ku li ser vê axê dijîn pêwist e em rêyên çareseriyê ava bikin. Yekane rêya ku ji tevahî gel, bawerî û çandên li ser vê axê dijîn re fikra Netewa Demokratik e ku mîmarê wê Rêber Apo ye. Iraq yek ji welatên ku herî zêde gel, bawerî û çandên cuda lê jiyan dike ye, lê mixabin heya niha me nekarî ji ferman, şer û qetliaman xwe rizgar bikin. Ji bo dawiya van fermanan bê divê em tev bi erkên xwe rabin û bi hev re jiyaneke azad û demokaratik ava bikin.”

‘Dem hatiye em yekîtiyê ava bikin’

 Li du axaftina vekirinê ji aliyê çalakvan Bidur El Cereh û Neqiye Îskender li darxistina komxebatê piroz kirin û bi van gotinan nêrînên xwe anîn ziman: “Em bi hatina xwe ya Şengalê pir kêfxweş in bi taybet li Şengala ku ferman dîtî îro bi hev re li rêyên çareseriya ji bo demokatikbuna Iraqê gerîn ji bo me cihê şanaziyê ye. Em tev garantiyên welatparêzî û azadiyê ne, weke hest dil em xwe nêzî we dibînin. Dem hatiye em yekitiya xwe avabikin û ji bo wekheviya gelan îro roja wê ye ku em xebat bikin.”

Banga naskirina rêveberiya xweser a Şengalê

 Muna el Hilal ku berpirsa karûbarên jinên Nasiriyê ye nêrînên xwe da û got: “Em îro li vir in ji bo em êşa hev parve bikin, em ji dil û can bi we re ne û em daxwaz dikin ku demek berî demekê divê xweseriya Şengalê bê pejirandin ji ber li ser civaka Êzidî gefên fermanan hene divê ji bo bawerî û çanda civaka Êzidî xebateke mezin di Iraqê de were kirin. Em bang dikin hukumeta Iraqê xweseriya Şengalê bipejirîne.”

Muna el Hîlal di berdewamiya gotinên xwe de bal kişand li ser astengiyên hikumeta Iraqê di seytereya Kesk ya navbera Til Efer û Musil de û wiha got: “Em astengiyên ku li hemberî heyeta me ya ji Bexdayê hat re, çêkirin rexne dikin. Em tev hemwelatiyên Iraqê ne bi kiryarên wiha em jî hê baştir ferasetên heyî dixwînin. Ji bo xebateke wiha piroz astengiyên hukumeta me ya ji me re cihê rexnekirinê ye. Lê ruxmê wê jî em hatin û em ê nirxandinên xwe bikin. Em serkeftin ji tevahî civaka Êzidî re dixwazin.”

Li du nirxandina despêkê beş bi beş semîner li ser pirsgirêkên Iraqê û herêmê hat dayîn û di encama nîqaşan de hat destnîşankirin ku çareseriya van pirsgirêkan netewa demokratik e.

Heya jin azad nebe civak nikare azad be

Berdevka Têkiliyên Derve ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Suham Şengalî girîngiya pergala Netewa Demokratik anî ziman û wiha dest bi nirxandinê xwe kir: “Ji bo ku civak azad bijîn bi hev re bijîn divê em li ser axa Iraqê  Neteweke Demokratik ava bikin. Yekane rêya çareseriya tevahî pisgirêkên civakê bi demokartikbunê pêk tê. Ger em tevahî bawerî, çand û zimanên di vê axê de nas nekin û ya herî giring ger ku li ser vê axê em azadiya jin nasnekin em ê nekaribin xwe bigihînin jiyana azad ya gelan.”

Li ser mijarê ji aliyê beşdarvanên ji derveyî Şengal û ji Şengalê nêrîn hatin dayîn.

Li ser navê Yekineyên Berxwedana Şengalê fermandarê Yekineyên Berxwedana Şengalê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalê qala parastina bawerî û çandên li ser axa Iraqê dijîn kir û da diyarkirin ku ji bo civak azad bijîn divê parastina wê bê kirin û wiha pêde çû: “Weke Yekineyên Berxwedana Şengalê û Yekineyên Jinên Şengalê em parastina tevahî gelên li ser vê axê ji xwe re weke erk dibînin. Bi sedan ferman hatin serê civaka me ji bo êdî civaka me û tevahî bawerî û çandên li ser vê axê rastî ferman û qirkirinan neyên em ê heya dawiyê parastina gel û warê xwe bikin. Weke zarokên Êzidxanê em ê tu caran rê nedin pilan û êrîşên li ser civaka xwe û em amade ne ji bo aramiya Şengal û tevahî Iraqê erkên xwe pêk bînin. Heya gel li ser vê axê azad nejîn heya xweseriya Şengalê neyê pejirandin û weke civaka Êzidî civakên din jî mafên xwe nestînin em dest ki têbikoşîna xwe bernadin.”

‘Peymana 9’ê Cotmehê tunekirina vîna jinan e’

Berdevaka  Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Riham Hico jî bal kişand li ser êrişên li dijî jinên Êzidî û wiha nirxand: “Heya niha li Şengalê ji bo jinên Êzidî tu tiştek nehatiye kirin. Tiştên ku ji civaka me re jinên Êzidî re hatî kirin tenê peymana 9’ê Cotmehê bu ku ji bo tunekirina civaka Êzidî û jinên Êzidî bu. Dibe em ji fermana 74’an rizgar bûn lê divê em xwe nexapînin heya niha ne Iraq ne jî tu hêzên navneteweyî ji bo jinên Êzidî tiştek nekiriye nakin jî. Lê weke civaka Êzidî çi dibe bila  bibe em ê tekoşîna xwe berfireh bikin û em ê jibo azadiya jinên Êzidî û tevahî jinan kar û xebat bikin. Avakirina Netewa Demokratik erka sereke ya jinê ye. Weke jinên Êzidî ji bo wê heya niha me xebat kir ji vir şunde jî em ê xebatê xwe berdewam bikin.” 

‘Ciwan wê bi fikrê Rêber Apo Xweseriya Demokratik ava bikin’

Li ser navê Yekitiya Ciwanên Êzidî û Yekitiya Jinên Ciwan yên Şengalê Berdevka Ciwanan Sara Botan rola ciwanan a di nava civakê de da diyar kirin û wiha got: “Di civakê de rolek pir mezin ya ciwanan heye. Ciwanan hêza dinamîk ya civakê ye, ji bo wê jî pergala kapîtalist herî zêde li ser ciwanan dilîze her wiha di Şengalê de jî herî zêde dijmin dixwaze vê hêza civakê ya dînamîk li hemberî civakê kar bîne û ciwanan bê cewher bike. Lê em ciwanên Êzidî bi fikrên Rêber Apo xwe birêxistin dikin. Em weke ciwan ji bo azadiya axa xwe ji bo xweseriya civaka xwe û ji bo bi hev re jiyana gelan amade ne ku çi erk bikeve ser milê me em pêk bînin.”

Li du semîner û nirxandinan sinevizyonek li ser komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate temaşekirin û bi daxuyanî komxebat hate bi dawîkirin.