Li Şengalê ji bo 8’ê Adarê belavok hat belavkirin

Di çarçoveya kar û xebatên 8’ê Adarê de jinên Êzidî li Sinûnê û Xanesora Şengalê belavok belavkirin. Jinên ku belavok belav kirin, destnîşan kirin ku ev bi kêfxweşiya banga dîrokî ya Abdullah Ocalan roja xwe pîroz bikin.

Şengal – Di çarçoveya kar û xebatên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de bi pêşengtiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) endamên meclisên xweser a Sinûn û Xanesera Şengalê têkildarî girîngiya 8’ê Adarê belavok belav kirin. Jinan kolan bi kolan geriyan, belavok dan dikandaran û wan vexwendin pîrozbahiya 8’ê Adarê ku dê li Bexçê Rêbertî were pîrozkirin.

Têkildarî amadekariyên kar û xebatên 8’ê Adarê jinên ku tev li belavkirina belavokan bûn axivîn û diyarkirin ku ev zêdetirîn hefteyek e dest bi amadekariyan kirin û heta niha ji semîner û civînan,  ji daliqandina parkartan heta belavkirina belavokan gelek kar û xebat dane meşandin.

‘Divê jin bi reng û dengê xwe dakevin qadan’

Koordînasyona TAJÊ Şemê Heliqî di destpêka axaftina xwe de 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û diyar kir ku beriya fermanê behsa 8’ê Adarê bihîstine lê nedizanine çi ye ji ber wê qet pîroz nekirine û wiha got: “Lê piştî fermanê û naskirina fikir û ramanên Serok Apo em fêr bûn ku 8’ê Adarê çi ye, em gihiştin wateya girîngiya wê û me pîroz kir. Li ser vê esasî ez bang li hemû jinên cîhanê dikim roja 8’ê Adarê bi reng û dengê xwe dakevin qadan.”

‘8’ê Adarê rojeke pîroz e’

Endama Meclisa Xweser a Xaneserê Şêrîn Xanesor jî di axaftina xwe de bal kişand ser peyama dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27’ê Sibatê de hat parvekirin û ev tişt vegot: “Em ji peyama Rêber Apo gelek kêfxweş bûn û em ê bi vê peyamê roja xwe pîroz dikim. Her wiha 8’ê Adarê rojeke pîroz e û bang li hemû jinan dikim ku di vê rojê de dakevin qadan.”