Halîde Turkoglu: Em bi hev re siyaseta demokratîk a serdema nû ava bikin

Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu derbarê geşedanên siyasî daxuyanî da û got: "Em jin bi hev re siyaseta demokratîk û zimanê serdema nû ava bikin.”

Enqere – Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglu, derbarê geşedanên siyasî civîna çapemeniyê li dar xist. 

Halîde Turkoglû ya ku di civînê de bal kişand ser dîrokîbûna banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, diyar kir ku jin dê ji bo pêwîstiya vê bangê û pêşxistina ziman û siyaseta demokratîk bi hev re têbikoşin û diyar kir ku dê di rojên pêş de bi siyasetmedarên jin û nûnerên partiyan re hevdîtinê pêk bînin.

'Em ê têkoşîna aştiyê berfireh bikin'

Halîde Turkoglu wiha bal kişand ser roja ku bangewazî hat kirin: "Banga Birêz Ocalan a ji bo Aştî û Civaka Demokratîk ku di 27'ê Sibatê de pêk hat, ji bo jinan xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Ev bang; Di sedsala 21'ê de li Tirkiye û Rojhilata Navîn li cîhanê derî li serdemeke nû û ji nû ve avakirina civaka demokratîk vekiriye. Em jin vê banga dîrokî dibihîzin; Em weke erk û berpirsyariya xwe ya bingehîn dibînin ku bi tecrûbe, zanîn û mîrateya têkoşîna xwe ya jinê têkoşîna aştiyê mezin bikin. Divê hikûmet demildest li ser vê bangê tevbigere. Divê Abdullah Ocalan bikaribe şert û mercên azad û xebatê bi dest bixe û bi gel re têkiliyan deyne. Avakirina siyaseta demokratîk û qada hiqûqî ne tenê şert e, konsept, projekirin û garantiya aştî û çareseriyê ye. Divê di vî warî de demildest gav bên avêtin. Ji bo; Li Tirkiyeyê polîtîkayên înkar û îmhayê yên di avakirina Komarê de ev sed sal in li ser erdnîgariya me şer, êş, şîn, koçberkirin, girtin, îşkence, kuştinên kiryar nediyar û qetlîam kûr kirine. Sazîbûna mîlîtarîzm, neteweperestî û zayendperestiyê li her qadê bûye sedem û dibe sedem ku komkujî, tacîz û destavêtina jinan her roj zêde bibe."

‘Jin dest ji israra xwe ya azadî û wekheviyê bernedan’

Halîde Turkoglu, anî ziman ku gelek hikûmetên serdest ên mêr hatine û çûne, lê daxwaza aştî û azadiyê ti carî neguheriye û wiha bi lêv kir: “Ev zîhniyeta ku êrişî jiyan, ked, çand, ziman, laş û heta nanê me dike, ji bo tu nasnameyan jiyaneke bi rûmet û wekhev nas nekiriye. Di dema ku çanda dilsozî û îtaetê bi polîtîkayên şîdetê tê ferzkirin, di çerxa tirsê de siyaset bi lehengiyê pêş dikeve, yên ku li hemberî şer dibêjin aştî, yên ku dipirsin çima demokrasî ewqas dûr e, yên ku zindan û mirin layiqî yên ku têkoşîna azadiya jinê diparêzin, nekarîn hêviya guhertina demokratîk ji bo me jinan ji holê rakin. Di her şerê ku hatiye meşandin de em jin bûne hedefa zîhniyeta rêveberî ya zayendperest û neteweperest. Îro tevî têkoşîn û destkeftiyên jinan ên bi salan e, pênaseya jinê ya hikûmetê ji bilî 'malbat û hevserê' weke tiştekî din nayê dîtin. Jinên ku li dijî polîtîkayên şîdetê yên bi hezaran salan ên pergala serdest a mêr ên li ser jin, gelan, bawerî û cudahiyan têdikoşin, dest ji israra xwe ya ji bo azadî û wekheviyê bernedan û îro jî jiyaneke nû xeyal dikin. Û ew ji berê nêzîktir e."

Referansa bingehîn a siyaseta demokratîk

Halîde Turkoglu, destnîşan kir ku têkoşîna rizgariya Rojhilata Navîn ji polîtîkayên qirkirin, şer û îstîsmarê di têkoşîna azadiya jinê de dibînin û wiha berdewam kir: “Ji ber ku têkoşîn û tecrûbeyên jinan tevî hemû polîtîkayên cudaxwaz ên desthilatdaran her tim têkoşîneke hevpar meşand. Têkoşîna hevpar a Tevgera Jinên Kurd, tevgerên jinan ên li Tirkiyeyê, jinên ku têkoşîna femînîst û sosyalîst dimeşînin, jinên ku nasnameya wan a baweriyê tên paşguhkirin, jinên ku keda wan tê îstîsmarkirin, jinên ku cewhera wan tê desteserkirin û li dijî vê nîzama serdest a mêr serî hildidin, referansên bingehîn ên têkoşîna siyaseta jinê ya demokratîk a partiya me ne. Ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê, demokratîkbûna Tirkiyeyê girîng e. Em di demên wisa de ne ku her pêngava vê demokratîkbûnê bê guman bandorê li erdnîgariya Rojhilata Navîn dike. Em ji her demê zêdetir nêzî derfetan, ji aştî, çareserî, demokrasî û azadiyê re ne. Em di nava şer de ne, li kêleka wî ne. Rêya hêzên azadî û demokrasiyê, rêya wekheviya jinê, rêya guhertinên mezin tevdigere. Ya ku wê weke jin pêşkeftina jiyana azad û rêveberiya demokratîk misoger bike, têkoşîna aştiyê ye. Ev serpêhatî û bîranîn di dema xwe de ye ku ji her demê zêdetir di siyaseta demokratîk de aştiyê bi rêxistin bike û ziman û siyaseta aştiyê geş bike."

'Yên ku herî zêde piştgiriyê bidin vê bangê wê jin bin!'

Halîde Turkoglu, bal kişand ser "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: "Birêz Ocalan şert û mercên herî guncaw ji bo pêşxistina destkeftiyên têkoşîna wekhevî û azadiyê ya jinan ku bi salan e dimeşîne vedibêje. Em ku bi avahiya mêraniya serdest a ku bi şer û pevçûnan hîn xurtir dibe dizanin, bi salan e di têkoşîna aştiyê de pêşeng in û têkoşîna aştiyê ya jinan xwedî ezmûn û zanebûneke xurt e. Ji ber vê yekê yên ku herî zêde piştgiriyê bidin vê bangê wê jin bin!

Ev pêvajo wê bê civakîkirin

Avakirina aştî û civaka demokratîk tenê bi jinan û têkoşîna wê pêkan e. Em bi berpirsyariya xwe dizanin, em ê aştiyê bînin ser van xakan û bêguman em ê civakek ku jin tê de azad be, bi hev re tevbigerin. Ji bo vê; Em jinên ku dibin mijara siyaseta demokratîk de, dixwazin vê pêvajoyê bi jinan re di avakirina civaka demokratîk de civakî bikin. Em dixwazin bi hev re zimanê aştiyane yê siyasetê ava bikin. Weke Meclisa Jinan a Partiya DEM’ê em bi plan, bername û banga siyaseta demokratîk, civakîbûna aşitiyê û tevlêkirina jinan weke mijarên guhertinê di qada qanûnî de li vir in: Em dixwazin bi perspektîfa jinan bi parlamenterên jin û pêkhateyên jin ên partiyên siyasî yên li Meclîsê re muzakere û diyalogê pêk bînin. Em ê hefteya bê van hevdîtinan bi aliyan re bikin.

Em ê bi rojnamegerên jin û saziyên çapemeniyê re bi hev re nîqaşan bikin ku polîtîkaya aştiyê ya jinê û têkoşînê bibe rojeva sereke ya siyaseta navendî û herêmî. Em ê bixebitin ku di vê pêvajoyê de israr û nêzîkatiya demokratîkbûna azadiya jinê, li şûna serdestiya nêzîkatiyên siyasî yên serdest ên mêr, diyar bibe.

Em dizanin ku têkoşîna jinê temînata demokrasiya herêmî ye. Em ê bi platformên jinan û meclîsên bajaran ên jinan re ji bo pêşxistina siyaseta demokratîk û civakîkirina aştiyê û têkoşîna aştiyê li qadên herêmî bên cem hev. Em ê bi sazî û rêxistinên ku li dijî tundiya li ser jinê têdikoşin re nîqaş bikin ku em ê çawa di têkoşîna jinan a ji bo wekhevî û azadiyê de aştî û demokratîkbûnê veguherînin destkeftiyan, li hemberî pêvajoya pevçûnê çawa di jiyana me de vediguhere şîdetê. Em berdêla şer ji îstîsmarkirina keda xwe û jiyana xwe ya metirsîdar dizanin. Ji bo siyaseta aşitiyê bi hev re di civaka demokratîk û guhertina demokratîk de bimeşin, em ê bi rêxistinên kedkar û saziyên jinan ên sendîkayan re hevdîtinê bikin.

Divê dewlet ji kodên yekparêz rizgar bibe

Em ê bi rewşenbîr, nivîskar, hiqûqnas, akademîsyen û hunermendên jin re li ser banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ biaxivin, ka civak û dewlet wê di vê bendava dîrokî de çawa di aştî û guhertina demokratîk de rola xwe bilîzin û hêza me di vê guhertinê de çawa ye. Weke kesên di siyaseta desthilatdaran de tên bêdengkirin, cezakirin û sansurkirin em ê rê li ber hev vekin û bi hev re bibin rêya meşandina siyaseta civaka azad, wekhev û demokratîk. Ji bo guhertina demokratîk pêk were, pêwîst e siyaset û dewlet ji kodên monîst bê paqijkirin. Pirrbûn û cudahî rihê demokrasiyê ye û ji bo ev ruh were jiyîn divê hemû nasname bên naskirin.

Girîngiya li ser Destûra Bingehîn a Demokratîk

Tirkiyeya demokratîk ne tenê çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd e, bi vê çareseriya aştiyane hemû gel, bawerî û her nasnameya înkarkirî dikarin bi hev re bi ser bikevin. Îmkan û têkoşîna vê di destê me hemûyan de ye. Ji bo hemû jin di vê pêvajoyê de cih bigirin em ê bi hev re têkoşîna xwe mezin bikin. Civakbûna aştiyê helbet ji civakbûna azadiya jinê serbixwe nikare pêş bikeve. Ji ber vê yekê pêwîstî bi şopandin û diyaloga li qadên civakî, siyasî û hiqûqî heye ku jin dibin mijara destûra bingehîn a demokratîk, demokrasiya xwecihî û komara demokratîk, ku em ê zêdetir bên cem hev û ji bo aştiyê zêdetir israr bikin. Weke Meclisa Jinan a DEM Partiyê em dixwazin diyar bikin ku ji bo ev pêvajo li ser esasê siyaseta demokratîk bi bandor bê meşandin, jin hêza rêxistinkirî ya civaka demokratîk e ku diguhere û diguhere. Em jin bi hev re siyaseta demokratîk û zimanê serdema nû ava bikin.

Banga me ji hemû jinan re ye, bila em hemû bi hev re bibin dengê ‘Aştî û Civaka Demokratîk’, em hemû bi hev re siyaset, ziman û siyaseta aştiyê ava bikin ku ji Tirkiyeyê heta Rojhilata Navîn aştî û demokrasiyê li van xakan belav bike. Dema ku em ber bi 8'ê Adarê ve diçin em hemû jinan bi gotina ku em bi têkoşîna azadiya jinê aştiyê bi rêxistin dikin silav dikin."