Li Şengalê bi belgefîlma Hêza starta çalakiyên 8’ê Adarê hat dayîn

Li Şengalê çalakiyên ku îsal ji bo 8’ê Adarê werin kirin bi belgefîlma bi navê “Hêza” dest pê kir. Jinan dan diyar kirin ku wê bi berxwedanê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê pêşwazî bikin.

Şengal – Bi pêşengiya tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) çalakiya yekem a 8’ê Adarê li Meclisa Gel a Xanesorê hat lidarxistin. Bi beşdarbûna bi dehan endamên Meclisa Jinan û giştî ya Gundê Xanesorê duh Belgefîlma Hêza hat temaşekirin.

Belgefîlma Hêza ya ku çîroka serpêhatiya fermandara YJŞ’ê Hêza ya ku di 3’ê Tebaxa 2014’dan de ketibû destên çeteyên DAIŞ’ê û dure hatibû rizgarkirin vedibêje. Hêza piştî ku hat rizgarkirin vegeriya warê xwe û li hemberî çeteyên DAIŞ’ê çek rakiar vê carê ji bo tolhildana tevahî jinên Êzidî berê xwe da Hemleya Reqayê, bi eleqeyeke pir mezin hat temaşekirin.

Di salona meclisê de bi dehan kes bi heman hestan, wan kêliyan jiyan. Êşa Hêza û bi sedan jinên Êzidî kişandine veguheriye serhildêriyê û bi felsefeya jiyana azad her roja diçe bi felsefeya Ezdatî û Apoyî mezin dibe.

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Caklîn Hisên der barê fîlma Hêza de diyar kir ku wan belgefîlma Hêza weke yek ji xebatên sereke dane pêşiya xwe ku li tevahî gund, navçe û bajarê Şengalê ji bo 8’ê Adarê were temaşekirin.

‘Her jinek xwedî çîrokeke ya serhildêriyê ye’

Endama (TAJÊ) Caklîn Hisên bi van gotinan qala hestên xwe yên der barê Belge filmê de kir: “Em ji belgefîlma Hêza pir bi bandor bûn, dibe ku belgefîlm çîroka fermandar Hêza be lê di rastiyê de her jineke ku ketiye detên çeteyên DAIŞ’ê xwedî çîrokên wiha bi êş e û divê tevli dîrokê bên nivîsandin da ku êşên jinên Êzidî neyên jibîrkirin, tekoşîn û berxwednaa wan were mezinkirin.”

‘PDK dixwaze şopên fermanê winda bike’

Caklîn Hisên di berdewamiya gotinên xwe de diyar kir ku tevahî jinên ji destên çeteyên DAIŞ’ê rizgar bûne diviyabû weke Hêza hêrs û kîna xwe li hemberî dijmin nîşan bidin divê xwe bi rêxistin bikin. Caklîn Hisên bi van gotinan qala polîtîkayên PDK’ê yên li ser jinên Êzidî kir û got: “PDK bi taybetî dixwaze dema jinên Êzidî ji destên DAIŞ’ê rizgar bibin wan bikşîne kampên Başûrê Kurdistanê û ji wir jî wan derbixe derveyî welat gelo çima? Divê em bizanin ku PDK hewl dide delîlên fermanê winda bike ev xeteriyeke mezin e ji bo jinên ku rizgar bûne. Lê ger jin xwe bi rêxistin bikin wê weke fermandar Hêza bikaribin tola xwe hilînin û ji bo avakirina jiyana azad têbikoşin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku wê di rojên pêş me de jî belgefîlma Hêza li gundên din ên Şengalê were temaşekirin.