Li Şengalê Çarşema Serê Nîsanê hat pîrozkirin

Li Şengalê cejna avabûna gerdûnê Cejna Çarşema Serê Nîsanê ango Çarşema Sor bi şiara “Bi Hatina Çarşema Nîsanê, xurt bike tifaqa Êzidxanê” cejn hat pîrozkirin.

Şengal-Cejna Çarşema Serê Nîsanê yek ji cejnên herî rengîn ên civaka Êzidi ye. Şahiya Çarşema Serê Nîsanê duh li baxçeyê Rêber Apo yê Geliyê Kersê hat pîrozkirin. Îsal di cejna çarşema Nîsanê de peyamên ji çiyayên azad, ji derveyî welat û ji Êzidxanê yên ji bo mezinkirina tifaq û têkoşîneke bi hêz a ji bo xweseriya Şengalê hatin dayîn. Bi amadebûna bi hezaran kesan şahiya Cejna Çarşema Serê Nîsanê hat pîrozkirin.

Peyama destpêkê ji çiyayên azad ji aliyê endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta ve hat dayîn. Sozdar Avesta di despêka gotinên xwe de cejna Çarşema Serê Nîsanê li tevahî civaka Êzidî pîroz kir û di şexsê fermandarên Yekîneyên Parastina Şenlaê Pîr Çeko Agir Cefrî û Şêrzad Şemo yên di êrişên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dabûn de tevahî şehîdên têkoşîna azadiyê û Êzidxanê bi bîr anî.

‘Jinên Êzidî bûne xwedî îradeyek mezin’

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta di berdewamiya gotinên xwe de qala keda bêhempa ya Rêber Apo ya ji bo tevahî civakên bindest daye kir û got ku civaka Êzidî jî yek ji wan civakan e ku xwe bi ronahiya fikrên Rêber Apo li ser lingan girtî ye û bal kişand ser girîngiya kongreya 5’mîn a Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê û li tevahî civaka Êzidî pîroz kir. Sozdar avesta wiha got: “Yên ku êşa mezin kişandin, ên ku di hemû qirkirinan re derbas bûn, hê jî 3000 hezar jin û zarok dîlgirtî ne. Jinên Êzidî êdî xwe kirine îradeyeke mezin, keçên ciwan pêşengiya vê yekê dikin. Dayikên me bi berxwedana xwe têkoşînê mezin dikin. Ciwanên Êzidxanê 8 sal in li hemberî hemû êrîşan, Yekîneyên Berxwedana Şengalê, Yekîneyên Jinên Şengalê, Asayîşa Êzidxanê bi şîara ‘’Xwe ji fermanê parastin’’ xwe mezin dikin, parastina xwe dikin. Ji niha û pê ve jî em bawer in ciwan wê ji pergala demokratîk re, ji pêkvejiyana azad re pêşengiyê bikin.”

‘Bi rengê Nîsanê û bi ruhê berxwedêr em ê her dem li ser piyan bin’

Hevseroka Rêveberiya Xweser a Şengalê Rîham Hesen jî cejna avabûna gerdûnê li rêberê mirovahiyê tevahî şehîdên fermanan û tevahî civaka Êzidî pîroz kir û da diyarkirin ku weke civaka Êzidî ew ê bi rengê Nîsanê bi rihê berxwedanê her dem li ser piyan bin, ji bo xweseriya Şengalê û dawîanîna fermanan têbikoşin.

Hevseroka Navenda Yekitiya Komelên Êzidiyan (NAVYEK) Çîçek Yildiz jî axivî û Cejna Çarşema Serê Nîsanê  bi gul û rengên biharê li Rêber Apo û tevahî şervanên azadiyê pîroz kir û tevahî şehîdên Êzidxanê bi bîr anî. Çîçek di berdewamiya gotinên xwe de da diyar kir ku bi amadebûna Gelê Şengalê, ji quntarên Çiyayên Şengalê bersiva herî mezin dane dijminan û da diyarkirin ku civaka Êzidî li ku dibe bila bibe divê ji bo xweseriya xwe têbikoşe, ji bo bikaribe tola fermanan bigre û dawiya fermanan bîne.

Di dawiyê de jî hunermend Bişar, Koma Dengbêjan, Koma Zarokan a Şehîd Zerdeşt, Bager Medî û stranên govendê şahî gur û geş bû.

Di şahiyê de Şîlan Mehwer û Mehwer Simayî cejna Çarşema Nîsanê li tevahî civaka Êzidî pîroz kirin û hêviya salên rengîntir ji bo civaka Êzidî kirin.

Herî dawî jî zarokên bi navê Jiyan û Nazdar hestên xwe yên xweş bi van hevokan anîn ziman: “Em vê cejnê li serokê xwe li hevalên li çiya li birayê xwe yê şehîd Agir Tilzirê û li hemû gerîlayan pîroz dikim ez cejna hêkên sor pîroz dikim.”

Şahiya Çarşema Serê Nîsanê bi şahî û govenda bi hezaran kesan bi dawî bû