Li Şehbayê ji ber êrîşên dewleta Tirk 2 zarok birîndar bûn

Di encama êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şehbayê 2 zarok birîndar bûn. Hat diyarkirin ku di nav de hejmareke welatiyên di nava zeviyên çandiniyê de dixebitin jî birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan-Dewleta Tirk ji danê siharê ve gundên Simûqa, Til Medîq, Til Cîcan û Bendava Şehbayê yên kantona Efrîn-Şehbayê bi obîs û hawanan topbaran kir.

Di encama topbaranê de 2 zarok jî di nav de hejmareke welatiyên di nava zeviyên çandiniyê de dixebitin birîndar bûn.

Navên birîndaran wiha ne: Faris Xelef Îbrahîm (13) û Meter Fadil Îbrahîm (14). Li gorî agahiyan birîna Faris Xelef Îbrahîm giran e.

Topbarana li ser deverên navborî dewam dike. Di heman demê de balafirên keşfê li ser kantona Efrîn-Şehbayê digerin.