Li 3 bajaran 18 kes hatin girtin

Li Îzmîr, Stenbol û Manîsayê ji dehan kesên ku hatibûn binçavkirin, 18 ji wan hatin girtin.

Navenda Nûçeyan- Li Îzmîrê di roja 15’ê Gulanê de di serdegirtinên malan de 16 kesên ku hatibûn binçavkirin, pêştî lêpirsîna li emniyetê duh sewqê edliyeyê hatin kirin. Bi hinceta ku li dijî xespkirina îradeyê ya li Wanê tevli çalakiya protestoyî bûne, ji bo 16 kesan, bi îdiayên “Muxalefeta li dijî zagona xwepêşandan û meşê” û “li dijî peywirdarên ewlehiyê berxwedan” pirs hatin kirin. di encamê de Arda Duvarci, Azad Kunur, Nazîf Çakir, Nîlufer Yildiz, Samet Sagniç, Serdar Akturk, Selman Yagmagan, Sezgîn Zevkîbol û Serhat Çukurçam, bi îdaya “Muxalefeta li dijî zagona meş û xwepêşandanê û “astengkirina peywirdarên awlekariyê” hatin girtin. Tugçe Kizildemîr, Elîf Yerlîkaya, Berfîn Buyukertaş, Mehmet Kasar, Sedanur Parmaksız û Sude Tîmagur jî bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.

 Lêgerîna tazî hat kirin

Di daxuyaniya ku piştî biryarê li pêşiya hat dayîn de, Tugçe Kizildemîr diyar kir ku dema di bin çavan de bûne ketine greva birçîbûnê û hevalek wan rastî lêgerîna tazî hatiye û got: "Bi awayekî pir vekirî îşkence û tacîz li şoreşgeran hat kirin, hevalên me hatin girtin. Roja 2’yê Nîsanê me ji bi piştgiriya bi gelê Wanê re ji Îzmîrê dengê xwe bilind kir û tevî ku em rastî êrişa polîsan hatin jî hevalên me hatin girtin. Em xwedî li îrade û berxwedana gelê wanê derdikevin. Hûn nikarin bi girtina mirovan serkeftina gelê Wanê tune bikin. Girtiyên şoreşger rûmeta me ne."

Li Manîsayê 3 kes hatin girtin

8 kesên ku di 16’ê Gulanê de li Turgutluya Manîsayê hatin binçavkirin, piştî îfadeyên li emniyetê sewqê edliyeyê hatin kirin. Di pêvajoya hilbijartinan de ji wesayîda hilbijartinê vekirina strana Kurdî ya bi navê “Bêrîtan” ‘sûc’ hat dîtin û 8 kes bi daxwaza girtinê sewqê dadgehê hatin kirin. Dadgeriya Sulh Ceza, der barê Hayrî Soylemez, Işik Soylemez û Ahmet Akan de biryara girtinê da, 5 kesên din jî bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.

Li Stenbolê 6 kes hatin girtin

Li Stenbolê jî roja 15’ê Gulanê di serdegirtinên malan de endamê Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê Unal Yusufoglu, rêveberên MATUHAYDER’ê û 20 kesên ku endamên partiyê di navbera wan de hebûn bi îdaya "cihgirtina di xebatên siyasî yên rêxistinê de” hatin binçavkirin. Ji 20 kesên ku hatin binçavkirin 10 jê bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan. Ji 10 kesên ku sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê hatin kirin, 6 ji wan hatin girtin, 4 kes jî bi “şertê kontrola edlî” serbest hatin berdan. Navê kesên ku hatin girtin wiha ne: Alamettîn Demîr, Çetîn Demîr, Fikrî Baş, Filîz Aydin, Îbrahîm Elban, Yaşar Gokdemîr.