Li Şehbayê gel bi pêyama berxwedanê li qadan e

Li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şêniyên Efrîn û Şehbayê herikîn qadan û bertekên xwe li dijî êrîşên qirker nîşan da.

Şehba- Bi hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê bi coşeke mezin daketin qadan û meşek li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tundî şermezar kirin. Di meşê de bi tilîliyên serkeftinê û avêtina dirûşmên şermezarkirina êrîşan ji çerxeriya navçeya Ehdasa kantona Şehbayê heya parka 4'ê Avrêlê ya li navçeyê domiya. Bi pankartên bi nivîsên "Berxwedanî jiyana azad e","Erdogan terorîst, terorîst, terorîst e","Bimre faşîzma dewleta tirk" û wêneyên pakrewanên ku di êrîşên dagirkeriyê de şehîd bûne hatin hildan.

'Berxwedana gel wê êrîşan têk bibe'

Piştî ku girse gihîşt pêşiya parkê, veguherî mîtîngê û bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Paşê ji aliyê endama koordînasyona Kongreya Star a Efrîn-Şehbayê Gulê Mihemed axivî û got: " Li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Şehbayê heta Qamişlo dixwazin gelê azadîxwaz têk bibin û berxwedana Rojava pûç bikin. Hedefgirtina binesaziya herêmê tê wateya lawazbûna Erdoxan li hemberî berxwedana gel. Em ê heya dawiyê xeta berxwedanê li dijî van êrîşan bidomînin. Dewleta tirk a dagirker hewl dide dagirkeriya xwe li ser xaka Sûriyeyê berfirehtir bike û projeya Osmanî nû bike. Sekn û berxwedana gel wê êrîş û dagirkeriyê têk bibe."

Meş bi diruşmên "Bijî Berxwedana Rojava" bi dawî bû.