Li Îranê warzîşvanek ji aliyê hêzên hikumetê ve hate qetilkirin

Komeleya Mafê mirovan a Kurdistanê ragihand ku çalakvana mafê mirovan, werzîşvan û çiyager Mehsa Zarin Cheng hatiye qetilkirin û cenazeye wê li qontarê çiyayekê hatiye dîtin.

Navenda Nûçeyan- Komeleya Mafê mirovan a Kurdistanê ragihand ku çalakvana mafê mirovan, werzîşvan û çiyager Mehsa Zarin Cheng hatiye qetilkirin û cenzayê wê li qontarê çiyayek yê Tahranê hatiye dîtin.

Hat zanîn ku çalakvan Mehsa Zarin Cheng dema ku piştgirî dayî serhildanên gel li Îran û Rojhilatê Kurdistanê û gelek caran di dema serhildanê de hatiye binçavkirin û îşkence lê hatiye kirin. Roja ku wê bi hevalên xwe re biçûya çiyagertiyê winda bû. Di heman rojê de rayedarên hikumeta Îranê li ser mala werzîşvan de girtin, dest danîn li ser tiştên wê ên şexsî, malbatê jî daxuyaniyek fermî neda. Di 1’ê Gulanê de cenazeye werzîşvanê li qontara çiyayek yê Tahranê hat dîtin.

Komeleya Mafê mirovan a Kurdistanê der barê mijarê de daxuyanî da û ragihand ku werzîşvan hatiye qetilkirin û gef li malbatê hatiye kirin. Ji malbatê xwestin sedemê mirina wê weke ‘Dema ku hildida çiya ji bilandahiyê ketiye’ diyarbikin û sedemê mirina wê nehat eşkere kirin.

Cenazeyê Mehsa Zarin Cheng di bin dorpêça hêzên hikumetê de li goristana Îlam Beheşt Reza hate definkirin.