Li Îranê li ser xwendekaran gef û binçavkirin
Li gel berdewambûna serhilana li Rojhilat û Îranê tê xwestin ku mîna dînamîkên serhildanê xwendekarên zaningehan bên bêdengkirin. Xwendekarên ji zaningeha Urmiye anîn ser ziman ku bê çawa mamoste û rêveberiya zaningehê gef li wan dixwe.
LARA GEWHERÎ
Urmiye – Li bajara Urmiye ya wek navendeke sereke ya akademiyên li Îranê tê zanîn, gelek zanîngeh hene û ji gelek bajarên Îranê xwendekar ji bo xwendinê berê xwe didin vê bajarê. Di heyama serhildana Jîna Emînî ya 16’ê Îlona 2022’an destpê kir de, tevî gelek hesasiyetên vî bajarî yên ji aliyê erdnîgarî, siyasî û çandî ve heye, zanîngehên Urmiyê bûne cihê nerazîbûnên sivîl ên xwendekaran.
Xwendekaran bi lidarxistina civînan, beşdarî xwepêşandanên xwendekaran, baykotkirina dersan û nivîsandina li ser dîwaran nerazîbûnên xwe yên li dijî vê pergalê nîşan didin. Di vê serhildanê de hejmarek ji mamosta û berpirsên zaningehan li gel xwendekaran bûn, lê di nav wan de kesên ku astengiyên mezin ji xwendekaran re derdixistin jî hebûn. Xwendekarên Zaningeha Teknolojî ya Urmiye der barê zeft û gefên ku pê re rû bi rû dimînin axivîn.
‘Ketina min a zaningehê qedexekirin’
Sahar Davûdî ya xwendekara Zanîngeha Teknolojiyê ya Urmiyê ye, dibêje: “Me ji destpêka serhildanê ve dersên xwe girtin û gelek mamosta jî li gel me bûn û bi xwe ders girtin. Piştî xwepêşandanên li zanîngehê dest pê kirin, gelek xwendekar nas kirin û nehiştin ew xwendekar bikevin zanîngehê. Ez jî yek ji wan kesan bûm ku ketina min a zaningehê hat qedexekirin û piştî ku ders hatin dayîn jî, ez nikarim beşdarî dersê bibim. Dema wextê ezmûnan hat, pê hesiyam ku profesoran ji bo hin dersan beşên min jêbirin. Helbet hemû dersên min nehatine jêbirin û gelek kes jî wek min in. Mamosteyên ku ji me fam dikin, me ji derve dernexistin, lê hinek mamosteyên hikûmetî, wek mînak, di dersa Asêtên Îmam de, nehiştin ez û gelek xwendekar ezmûnê bidin û eger em ezmûnê nedin emê ji dersê bimînin.”
‘Parêzvanên zanîngehê bi piranî Besîc in’
Servîn Ehmedîfer xelkê Şinoyê ye û xwendekarê zanîngeha Azad a Urmiyê ye. Servî Ehmedîfer der barê rewşa zanîngehê û helwesta mamostayan de wiha dibêje: “Ji ber ku zanîngeha me li derveyî bajêr e, ji ber ku rê tune bû, li hundirê zanîngehê xwepêşandan kêm bûn. Ewlekariya zanîngehê bi piranî Besîc e. Di destpêka xwenîşandanan de du jin bi tena serê xwe li navenda zanîngehê rawestiyan û diruşmên Jin, Jiyan, Azadî qîr kirin û piştre çend jinên din jî tevlî wan bûn, lê asayîşê gef li wan xwar û piştî wê jî kamerayên nû li nav zanîngehê danîn hewşa zanîngehê. Nedihiştin em bikevin zanîngehê."
Servîn Ehmedîfer der barê lidarxistina dersan de wiha dibêje: “Nêzî mehek e me ders girt û piştî wê jî kêm xwendekar beşdarî dersê bûn. Piştî ku vegeriyan zanîngehê, grafîtî li zanîngehê tundtir bû, her çend dirûşm hatin jêbirin, lê me dîsa sloganên nû nivîsandin. Di dersê de jinên ku hicab jê kirine jî hebûn, lê Besîciyên polê navên wan ji asayîşê re ragihandin.”
‘Mamosteyan gef li me xwarin’
Di berdewamiya axaftinên xwe de Servîn Ehmedîfer li ser du grûpên mamostayên zanîngehê û piştgîriya xwendekaran dibêje: “Du deste mamostayan hene, desteyek di dema xwenîşandanan de xwest asayî bibe, bi rûkenî got, “Rewş çawa ye? Çi diqewime?” Mamosteyên din jî bi temamî li gel xwendekaran bûn û ji bilî ku nebûn, rojên taybet ên weke 40’ê Mehsa Emînî jî weke betlane ragihandin. Hin mamoste tevî ku ji aliyê zanîngehê ve bi zorê hatine girtin, neçûn, lê hinekan jî gef li me xwaribûn ku eger em neçin dersê em ê ji dersê bên derxistin. Lê zanîngeha Azad di giştînameyeke giştî de ji hemû zanîngehan re ragihandiye, nebûna vê nîvslê dê bibe sedema derxistina xwendekaran, ji ber ku eger vê yekê nekin, dê zanîngeh bi qismî bê girtin.”
Nêzî 170 xwendekar ji zaningehê hatin dûrxistin
Omîd Ehmedî xwendekarê beşa endezyariya elektrîkê ya zanîngeha neteweyî ya Urmiyê ye û derbarê xwepêşandanên li zanîngehê de dibêje: “Di nava zanîngehê de gelek xwepêşandan dihatin lidarxistin û di nav xwendekarên zanîngoka huner û zanistên mirovî de jî ev xwepêşandan zêdetir bûn, lê xwendekarên pirraniya beşan di xwepêşandanan de bûn. Piştî her xwepîşandan, derdora zanîngehê tijî mexmûr bû lê Neketin zanîngehê, heya ku asayîşê û çendîn berpirs û mamosteyan gef li me xwerin, ku eger hûn nesekinin, emê nav û vîdiyoya we bidin mexmûran ta kû we binçav bikin. çend xwendekarên zanîngoka hunerê jî hatin binçavkirin û nêzîkî 170 xwendekar ji zanîngoka me ji zanîngehê hatin dûrxistin ku pirraniya wan Kurd bûn.”
Şevekê hêzên ewlehîyê, xewgehê dorpêç kirin
Kanî Nîkxah rûniştvanê xewgeha xwedekarên jin a Beheştî ya bajarê Urmiyê ye û derbarê mayîna li xewgehên Urmiyê de dibêje: “Demên berê, xwendekarên din şevekê yan jî çend şevan di xewgehê de diman û xercê van çend şevan didan, lê piştî xwepêşandanan, Ji xeynî niştecihên xewgehê tu xwendekar nikare li xewgehê bimîne, an jî em nikarin hevalên xwe gazî bikin. Sedema rêvebera xewgehê ew e ku nikare ewlehiya wan biparêze û ji ber ku ew sîgortê tûne ye, hebûna wan di xewgehê de ji bo wan dibe pirsgirêk. Bê guman, van qaîdeyên hişk piştî çend rojan dest pê kir dema ku xewgehê beşdarî xwepîşandan bû. Pirraniya şevan me ji pişt pencereyên dirûşm didan. Şevek-du şevan hêzên hikûmetê hatin û rêveberê xewgehê hişyar kirin ta ku şevekê dora xewgehê dorpêç kirin. Hemiya wan çekdar bûn û çekên xwe ber bi pencereyan ve nîşan dan û çendîn gule berdan hewayê. Bi berpirsê xewgehê re axivîn ku ger hûn bêdeng nebin em ê bikevin xewgehê û hemû xwendekaran binçav bikin.
Hêzên ewlehiyê heta serê sibê li wir man û piştî wê jî dorpêçek giran li derdora xewgehê hebû û rewşa xewgehê kuran jî xerabtir bû û di şevê de çendîn caran êrîş li ser wan hat kirin û çend kes jî hatin binçavkirin."