Li Îranê ji 4 jinên ku hatin binçavkirin agahî nayê girtin

Li bajarê Bokanê ya Îranê ji Solmaz Hesenzade, Şîda Rizayî, bijîşk û endamên komeleya zanista Ebelîk Sîmîn Heyat û Şîrîn Heyat ên ku hatibûn biçavkirin agahî nayê girtin.

Navenda Nûçeyan- Solmaz Hesenzade, Şîda Rizayî, bijîşk û endamên komeleya  zanista Ebelîk Sîmîn Heyat û Şîrîn Heyat dema ku 27'ê Îlonê diçûn bajarê rojhilatê Kurdistanê Saqizê li bajarê Bokanê hatin binçavkirin.

Jinên ku ji aliyê îstîxbarata Îranê ve hatin binçavkirin, bi hevdîtina telefonê ya malbatê re ragihandin ku hatine binçavkirin. Tu agahî der barê cih û tendirûstiya wan de nehat girtin.

Solmaz Hesenzade beriya niha bi bavê xwe re hatibû binçavkirin

Solmaz Hesenzade xwişka Mihemed Hesenzade yê ku ji ber piştgirî dabû serhildana "Jin jiyan azadî"  ji aliyê hêzên Îranê ve hat qetilkirin. Solmaz Hesenzade di yekemîn salvegera serhildanê de di meha Îlonê de ligel bavê xwe Ehmed Hesenzade hatibû binçavkirin û piştî demeke kurt hatibûn berdan.