Li Îranê girtina jinên xwepêşander didome
Xwepêşander Meryem Babacanî, derhêner û fîlmçêker Semîra Nuruz Nasirî û aktivîsta civaka sivîl Sûrî Babayî Çegînî ku di demên cuda de ji ber beşdarî xwepêşandanan bûne hatin girtin, cezayên girtîgehê li wan hat birîn.
Navenda Nûçeyan – Rejîma Îranê zext, girtin, darvekirin û binçavkirinên xwepêşanderên meha Çileya 2026’an didomîne. Di demên dawî de gelek kes hatin girtin û darvekirin. Xwepêşander Meryem Babacanî ku di xwepêşandanên Çileya 2026’an de li Îzeyê hatibû girtin, 32 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Derhêner û fîlmçêker Semîra Nuruz Nasirî ya li Tehranê dijî, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin û birine cihekî nediyar. Aktivîsta civaka sivîl Sûrî Babayî Çegînî, ya ji Qezwînê ku di xwepêşandanên Çileya 2026’an de hatibû girtin, 3 sal cezayê girtîgehê, qedexeya derketina derveyî welat û desteserkirina telefonê lê hat birîn.
32 sal cezayê girtîgehê li xwepêşander Meryem Babacanî hat birîn
Li gorî agahiyên hatine belavkirin, Meryem Babacanî ku di xwepêşandanên Çileya 2026’an de li Îzeyê de hatibû girtin, ji aliyê Şaxa 1’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Ahvazê ve 32 û 2 meh sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Li gorî hûrgiliyên biryarê, Meryem Babacanî di çarçoveya du sûcên ewlehiyê de bi rêzê ve 20 sal û 1 roj û 12 sal û 6 meh û 1 roj cezayê girtîgehê girtiye.
Her çendî hûrgiliyên dozê û çarçoveya rast a sûcdariyan bi fermî nehatine weşandin jî li gorî agahiyan biryara dadgehê behsa ‘Zagona cezayên girankirî ji bo sûcên sîxuriyê’ dike. Di salên dawî de, ev zagon gelek caran di dozên li dijî çalakvanên civaka sivîl, xwepêşanderan û kesên ku ji ber sedemên siyasî hatine girtin de hatiye sepandin û bûye mijara rexneyên rêxistinên mafên mirovan.
Zextên li dijî xwepêşanderên girtî didomin
Cezayê girtîgehê yê giran ku der barê Meryem Babacanî de hatiye dayîn, di demek ku di mehên dawî de, dozên li dijî kesên ji ber xwepêşandanên seranserî bajarên cuda yên Îranê, bi taybetî li Xuzistan, Rojhilat (Rojhilatê Kurdistanê) û Belûcistanê hatine girtin, cezayên girtîgehê yên dirêj hatine birîn hat dayîn.
Îze di dema xwepêşandanên meha Çileya 2016’an de bû yek ji bajaran ku tedbîrên ewlehiyê yên tund lê hatin girtin, gelek welatî hatin binçavkirin û hêzên ewlehiyê bi lê hatine bicihkirin.
Li gorî raporên ku ji hêla çavkaniyên mafên mirovan ve hatine weşandin, hin kesên ku di van xwepêşandanan de hatine girtin bi mehan di bin çavdêriya demkî de mane. Her wiha hat gotin ku gihîştina wan a bi parêzeran re û têkiliyê bi malbatên xwe re di astek cidî de hatiye sînordarkirin.
Serlêdana temyîzê hat kirin
Piştî ragihandina biryarê, parêzerê Meryem Babajanî diyar kir ku biryarê îtiraz kirine. Li gorî parêzer, ji bo ji nû ve doz were nirxandin dê ji rayedarên dadwerî yên bilindtir re were şandin. Rayedarên dadwerî û ewlehiyê yên Îranê heta niha der barê bingeha sûcdariyên li dijî Meryem Babajanî, pêvajoya darizandinê û hûrguliyên dozê de tu daxuyaniyek nedane.
Parêzvanên mafên mirovan bi berdewamî fikarên xwe yên der barê cezayên girtîgehê yên giran ku li xwepêşanderan tên birîn, bikaranîna berfireh a sûcdariyên ewlehiyê û pêvajoyên dadwerî yên li Dadgehên Şoreşê anîne ziman. Li gorî parêzvanên mafên mirovan, biryarên wiha di atmosferek ewlehiyê de têne girtin û armanc dikin ku zextê li ser rexnegir û xwepêşanderan zêde bikin.
Derhêner û Fîlmçêker Semîra Nuruz Nasiri hat girtin
Her wiha li gorî raporên di medyaya mafên mirovan de hatine weşandin, sibeha Duşemê, 1’ê Hezîrana 2026’an, derhêner û çêkera fîlman Samira Nourouz Nasirî ku li Tehranê dijî, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û birine cihekî nediyar.
Li gorî agahiyên hatine belavkirin, hêzên ewlehiyê bêyî nîşandana tu biryara dadgehê bi ser mala derhêner de girtine. Piştî lêgerîna malê, hêzên ewlehiyê Samîra Nasirî binçav kirine.
Heta niha, der barê sedema binçavkirinê, saziya ku prosedurê pêk tîne, cihê lê tê girtin, an rewşa Semîra Nuruz Nasirî de tu agahiyên fermî nehatine parvekirin.
3 sal cezayê girtîgehê li Sûrî Babayî Çegînî hat birîn
Aktivîsta civaka sivîl Sûrî Babayî Çegînî, ya ji Qezwînê û yek ji kesên ku li dijî hîcaba bi zorê ye, di dozeke ku ji aliyê dadwer Dawud Şextî ve tê birêvebirin de, ji aliyê Şaxa 2’yemîn a Dadgeha Şoreşê ya Qezwînê ve 3 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Ev biryar piştî ku Çegînî berê ji ber çalakiyên xwe yên sivîl û beşdarbûna di kampanyayên nerazîbûnê li dijî hîcaba bi zorê de hatibû binçavkirin û girtin hat.
Li gorî agahiyên hatine belavkirin, aktivîsta sivîl ji ber sûcê ‘heqareta li dijî lîder’ 2 sal û ji ber sûcê ‘propagandaya dijî rejîmê’ 1 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. Dadgehê her wiha biryar da ku dest dane ser telefona wê li ser navê dewletê dest dane ser qerta wê ya SIM û qedexeya derketina derveyî welat heta 2 salan lê ferz kiriye.
Di xwepêşandanên meha Çileyê de hat girtin
Sûrî Babayî Çegînî di xwepêşandanên 16’ê Çileya 2026’an de li Qezwînê hatin lidarxistin de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin. Xwepêşandanên meha Çileyê bi tedbîrên ewlehiyê yên tund li bajarên cuda yên Îranê û binçavkirina çalakvanên civaka sivîl, jinên xwepêşander û welatiyên ku polîtîkayên hikûmetê rexne dikirin bû rojev.
Sûrî Babayî Çegînî, dayîka sê zarokan, di salên dawî de ji ber çalakiyên xwe yên sivîl ên vekirî, postên xwe yên rexnegir li ser medyaya dijîtal û beşdariya di kampanyayên li dijî hîcaba bi zorê hertim rastî zextên saziyên ewlehî û dadweriyê hatiye.
Biryar di demek ku zextên li ser jinên xwepêşander zêde dibin de hat dayîn
Cezayê girtîgehê yê li aktivîsta civaka sivîl hat birîn, di demek ku di mehên dawî de zextên dadwerî li ser jin û çalakvanên civaka sivîl ên li dijî hîcaba bi zorê li bajarên cuda yên Îranê, zêde bûne de hat dayîn. Rêxistinên mafên mirovan her dem diyar kirine ku dadweriya Îranê hewl dide bi sûcên weke ‘propagandaya li dijî rejîmê’ û ‘heqareta li dijî lîder’ dengê xwepêşander û rexnegiran qut bike.
Di beşeke din a doza li dijî Sûrî Babayî Çegînî de ji ber sûcê ‘têkdana aramiya giştî û rêziknameyê’, ji aliyê Daîreya 105’emîn a Dadgeha Cezayê Duyemîn a Qezwînê ve hat dîtin û dadgehê biryara beraetê da. Tevî vê jî cezayê 3 sal girtîgehê û pêkanînên din li dijî wê hê jî di meriyetê de ne.
Fikara parêzvanên mafên mirovan
Parêzvanên mafên mirovan û mafên jinan berdewamiya girtina xwepêşanderên jin wekî nîşaneya kûrbûna atmosfera ewlehiyê li Îranê û tengkirina qada çalakiyên sivîl dinirxînin.
Li gorî parêzvanên mafên mirovan, cezayên dadwerî yên giran li dijî jinên ku bi aştiyane li dijî polîtîkayên hikûmetê derdikevin, beşek ji siyaseta ku armanc dike civaka sivîl asteng bike û di civakê de atmosfera tirsê xurt bike ye.
Di mehên dawî de gelek çalakvanên jin, rojnamevan û dijberên hîcaba bi zorê rastî girtin, qedexeyên li ser çalakiyên civakî, sînordarkirinên rêwîtiyê û gelek operasyonên ewlehiyê hatine. Rêxistinên mafên mirovan destnîşan dikin ku ev kiryar piştî xwepêşandanên li seranserê welat zêde bûne.