Li Îranê cezayê girtîgehê li du çalakvanan hat birîn

Li Îranê êrişên li dijî gelê ku bi daxwaza jiyanekê azad herikîn qadan didomin. Ji bo Barî Aghai û Shaqaiq Khademî ku di çalakiyan de hatibûn girtin, cezayê girtîgehê hat dayîn.

Navenda Nûçeyan – Serhildana ku piştî kuştina Jîna Emînî li Îranê dest pê kir, 4 meh in berdewam dike, her cure binpêkirina mafan ên li dijî gelên ku li welat jiyanek demokratîk û azad dixwazin berdewam in. Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê gel kêliyekê jî qadan naterikînin, gule û gaza îsotê li dijî gel tên bikaranîn. Ji bo bi hezaran kesên ku di xwepêşandanan de hatibûn binçavkirin, biryara girtinê hat dayîn, yek ji wan Barî Axayî ye ku li dibistanekê Tehranê hem muhasebe û hem jî şêwirmenda qeydkirinê ye.

12 sal cezayê girtîgehê li Bari Aghai hat birîn

Bari Aghai ya dema di 16’ê Cotmehê de hat binçavkirin û girtin, ji ber sûcê "teşwîqkirina gendeliyê" 8 sal û ji ber "komploya li dijî ewlehiyê" jî 4 sal ceza lê hat birîn. Ji bo Bari Aghai ku bi tevahî 12 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn, qedexeya medyaya dîjîtal û derketina derveyî welat jî hat dayîn. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin Barî Aghai piştî mehek binçavkirinê di 15’ê Kanûnê de bi şertê kontrola edlî hat berdan.

Shaqaiq Khademî bi 16 sal zîndan hat mehkûmkirin

Şeqaiq Xademî ya 23 salî ku di 22’ê Îlonê de di serdegirtina mala wê de hatibû binçavkirin, ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve 16 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, hat hînbûn ku birayên Shaqaiq Khademi xwestine parêzer bigirin lê destûr nehatiye dayîn.

Shaqaiq Khademi ji Girtîgeha Êvînê ya ku lê dihat ragirtin sirgûnî Girtîgeha Karçakê hat kirin.