Ji ber ku li dijî ferzkirina hicabê kulîlk belav kir, wê gazî îfadeyê kirin
Li bajarê Esfehan yê Îranê jin li dijî hicaba bi zorê bi belavkirina Kulîlkan hate protestokirin û di vê pirotestokirinê de Ava Jahangirî bi porên xwe yê sor balkişand, hat zanîn ku polîs ji bo ifadeya wê bigrin ji bo çûna emniyetê gazî wê kirine.

Navenda Nûçeyan - Li Îranê çalakiyên jinan yên li dijî hîcaba bi zorê li rûxmê hemû gef û êrişan berdewam dike. Çalakvana ciwan û cesur tê bi navkirin Ava Jahangirî ya ji Esfehanê, li ser cadeyên bajarê bi vekirina porê xwe yê sor kulîlkan li jinan belav dike û bi vê yekê hicaba bi zorê pirotesto dike, demenê wê yên belavkirina kulîlkan di van rojan de hate parvekirin û rastî gelek ecibandinan hatibû. Dimenê herî dawî yê çalakvan Ava Jahangirî ku di medyaya dîjîtal de hat parvekirin hat zanîn ku bi vê yekê ji aliyê Polîsan ve tê lêgerin û ji bo îfedayê bide ji qereqolê gazî kirine.
Çalakvan Ava Jahangirî ku astengiya wê ya fîzîkî heye, piştî ku zanî ji qereqolê gazî kirine ew dimenên ku li dijî hicaba bi zorê amadekirî car din belav kirina wê bal kişand.
Ev dû hefte ye ji Fatemeh Bezadî xeber nayê girtin
Werzîşvana hunera boksê ya Îranê Fatemeh Bezadi beriya du heftiyan hatibû binçavkirin û girtin. Di derbarê aqubeta werzîşvana Îranê de heta niha tu zanyarî nehatiye bi destxistin û nayê zanîn ku li kuderê tê girtin. Huqûqnasan destnîşan kirin ku Fatemeh Bezadî nehatiye girtin û hatiye revandin û malbata werzîşvana ciwan diyarkirin ku li ser aqubeta Fatemeh Bezadî bi fikarin.
Fatemeh Bezadi werzîşvana hunera boksê ji derveyî wê di maçan de hakimtî dikir.