Konê azadiyê yê Şengalê di roja 5’an de bi dawî bû
Li Şengalê çalakiya konvedanê ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, duh di roja xwe ya 5’an de bi soza bilindkirina têkoşînê bi dawî bû.

Şengal armanca balkişandina ser tecrîda girankirî ya li Îmraliyê û pêkanîna edaletê ji bo mafên mirovan li komalgeha Digurê kon hate vedan. Çalakiya konê ya 5 rojan domiya, duh bi dawî bû. Gelek saziyên Rêveberiya Xweser û Endamên Tevgera Jinan serdana konê kirin û piştgirya xwe ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîşan dan.
Her wiha di çalakiyê de pirtûk û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin nîşandan û li sînevizyoneke ku qala têkoşîna azadiyê û fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike, hat temaşekirin. Duh roja dawî ya çalakiyê bi daxuyaniyeke ku îşaret bi berdewamkirina têkoşînê heya gihîştine azdiyê dikir, bi dawî bû.
‘Em gav paşve navêjin’
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku heta azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan misoger nebe wê civaka Êzidî her dem li ser piyan be û wiha gotin; “Her kes baş dizane ku li ku civakekî bindest hebe şervanên Rêber Apo li wir amade ne û diçin hewara her kesê. Em jî yek ji wan civakan e ku şervanên Rêber Apo xwe gihandin me û me ji qirkirinekî rizgar kirin. Tekoşîna me çiqas mezin be ewqas jî wê êrîş mezin bin. Komkujiya Parîsê jî vê yekê îsbat dike. Lê bila dijmin bizane em weke civaka Êzidî yek gav paş ve navêjin. Heya ku em Serok Apo ji zindanê azad nekin û dîwarên Îmraliyê hilweşînin em ê her li ser piyan bin. Ev jî soza me ya civaka Êzidî ye.”
Daxuyanî bi bilindkirina dirûşma ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.
‘Em ê li ser piyan bin’
Endama Yekitiya Jinên Ciwan a Şengalê Ala Xidir ku her 5 roj di çalakiyê de amade bû nêrîna xwe anî ziman û got ku bi vê çalakiyê xwestine bala hemû civaka Êzidî û cîhanê bikşînin ser tecrîda giran a li Îmraliyê tê meşandin û wiha pêde çû; “Ev çend sal in tu agahî jî Serokatiyê nayê girtin. Ji bo ku em agahiyekî ji Serokatî bigrin û bala her kesî bikşînin ser vê tecrîda girankirî ya li Îmraliyê me ev kon veda. Em weke civaka Êzidî bi saya fikra Serokatî me heya astekî mafên xwe nas kiriye. Lewma di civaka me de gelek guhertin çêbûne. Em jî weke ciwan xwedî li Serokatiya xwe derdikevin ne tenê bi vê konê, çi dikeve ser milên me ji bo azadiyê em ê li ser piyan bin.”
‘Nikarin bi êrîşan vîna me bişkînin’
Her wiha Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê Hediya Xêro jî bal kişand ser komkujiya Parîsê, diyar kir çiqas têkoşîn bilind be wê ewqas êrîş mezintir bin û wiha got: “Weke Tevgera Azdiya Jinên Êzidî her roj meclisên me yên gundan serdana konê dikirin her wiha jinên herîma Ereban jî hatibûn serdanê. Çi bikeve ser milên me em ê bikin ji ber ku Serok Apo ji civaka me re gelek kir lewma em çi bikin jî em deyndar in. Dijminên civaka azadîxwaz tu car binketinê hezim nakin. Ji ber vê yekê jî tecrîdeke giran li Îmraliyê tê meşandin û êrîşekî di aste herî jor de li Kurdistanê û li hember gelê Kurd tê meşandin. Lê vîna civakên azadîxwaz tu carî nayê şikandin. Em di vê tekoşînê de bi israr in. Heya dawî jî em ê ji bo azadiya xwe û Serokê xwe têbikoşin.”