Li Îranê amadekariyên avakirina ‘dadgeha mobîl’ tê kirin

Bi vesazkirina nû li Îranê dê li hemberî jinên hîcaba bi zorê nadin serê xwe têxwestin ‘dadgehên mobîl’ bê avakirin û dê jin li wê derê bên darizandin.

Navenda Nûçeyan - Li Îranê ji bo jinan pêkanîna qûralê nû ê cilan di rojevê de ye. Servîsa Farsî ya BBC’ê xwe gihand belgeyên ‘gelek veşartî’ ên ku wê ev pêkanîn çawabe, kir nûçe. Li gora belgeyan wê jin li qadên civakî di ‘Dadgeha Mobîl’ de werin darzandin. Xwendevanên jin ên li dibîstanan wê rastî pêkanînên wezareta perwerdê werin û di medyaya dijîtal de parvekirinên ku bê hîcab, heta 10 salan dikarin cezayê girtîgehê bigrin.

Ji Îranê hê derbarê vê pêkanînê de tu daxuyaniyek nehatiye. Derbarê vê vesaziyê de beşek hatî weşandin derbarê rojanmeyek ya Îranê de bi sûcê ‘daxuyaniya belgeyên gelek veşartî’ lêpirsîn hate destpêkirin. Hinek ji vesaziya belgeyên veşartî ‘zagonaTesettue û Îfet’ jî xiste navde. Ev zagona ku di meha Îlonê de li meclîsê hatî erêkirin, niha komîteya parastina destura bingehîn ya Îran li pêşe. Ger ev komite zagonê bi pejirînê wê qural bikevin pêkanînê de.  

Ji bo jinan rêzikname derxistin

Wezîrê kare hindir ê Îranê Ahmet Vahidi beriya mehan bêyî ku ‘zagona îfeet’ bikeve rojevê, ji bo astengkirina jinên di qada civakê de hîcaba bi zorê li serê xwe nekin rêzikname erê kiribû. Ev rêzikname muhafizên Devrîm ên Îranê, yekineyên Îstixbaratê û ji bo polîs û leşkeran erkên nû hate nasîn. Di rêziknameyan de ev tişt hate gotin:

“*Wezareta perwede û polîs ji bo pêkanînên pêwîst jinên xwendekar ên ku serê xwe vekirin wê werin belgekirin.

*Ên bi nav û deng û Infuencer ku gel teşwikî di medyaya dijîtal de hicabê li ser ê xwe nekin û hîcaba bi zorê karneynin ji sûcên ‘teşwiqkirina bêesilbûnê’ wê cezayê girtîgehê heta 10 salan bigre. Wê rayedar biçin malên van kesan, wê bikarin dest danîn ser cîhazên wan ên elektronîk.

*Cihên kar ên ku li gora qurala hîcabê tevnegerin, wê ji aliyê rayedaran ve were muhrkirin yan jî were girtin. Muşteriyên jin ên ku li cihê kar li gora quralê hîcabê tevnegeri divê xizmetê jêre neyê dayîn, bi zorê ji cihê kar derbixin yan jî gazî hêza ewlehiyê bikin.

*Bi taybet protestoyên sala bûrî li nêzî dibîstan û zanîngehan ji ber rolên ku lîstine wê kafeyên ku weke ‘Cihê gunehê’ binavkirin bigrin.

*Jinên ku li dijî hîcaba bi zorê li berxwedidin wê sûcên ‘teşwiqkirina bê esilbûnê’ werin sûcdarkirin.

*Ji bo tesbîtkirina motosikletên ku jinên porê wan vekirî di hilgirin wê navendek netewî a dayîna plaqeyên motorsiklet were vekirin.

*Wê şirketên ku li cihê kar destur dide jin li ser kar porê xwe vekin werin tesbîtkirin.”