Li Îranê 9 rojnamevan di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dan

Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand ku di encama êrîşên Îsraîlê li dijî Îranê de, 9 rojnamevanan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Di 13’ê Hezîranê de Îsraîlê êrîşek berfireh li dijî Îranê da destpêkirin. Êrîş û pevçûnên herdû aliyan 12 rojan berdewam kir. Televîzyona dewletê ya Îranê bi daxuyaniyekê hejmara rojnamevanên di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dayîn parve kir.

Hate diyarkirin ku di êrîşên Îsraîlê li ser Îranê, 9 rojnamevan hatin qetilkirin.

Li  gorî heman daxuyaniyê rojnamevanên ku di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane evin; keça Serfermandarê artêşa Îranê Muhammed Baqerî Fereşte Baqerî, Îhsan Zakirî, Elî Tehmasebî, Muîn Nezerî, Ramazan Elî Çubdarî, Emîr Huseyîn Tavusî, Muhammed Cewad Elvendî, Masûme Ezîmî û Nîma Receppûre.

Her wiha hate ragihandin ku Masûme Ezîmî û Nîma Recabpur di êrîşa 16‘ê Hezîranê ya Îsraîlê ku li ser Dezgeha Weşanê ya Îranê pêkhatî de, jiyana xwe ji dest dane.