Pêkhateyan ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bang kirin

Şêniyên bajarê Hesekê bi hemû pêkhateyên xwe Kurd, Ereb, Ermen û Suryan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan meşek girsayî li darxistin.

Hesekê – Bi pêşengiya Însyatîfa Gel û Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdulah Ocalan a Sûriyeyê pêkhateyên Kurd, Ereb, Ermen û Suryan bi dirûşma “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” li bajarê Hesekê meşekî girseyî lidar xistin.

Meş li ber Çarxereya Merşo dest pê kir. Di meşê de şêniyan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hildan. Meşvan dirûşmên “Bê Serok Jiyan Nabe” berz kirin.

Meş li çarxereya azadî ya li Sûka bajar rawestiya. Berdevka Kongra Star a kantona Hesekê Nahid Silêman tekez kir ku banga aştî û civaka demokratîk ya Rêber Ocalan ji hemû pirsgirêkan re çareserî ye û wiha got: “Ev demek dirêj li ser banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan derbas bûye. Pêvajoya ku Rojhilata Navîn tê de derbas dibe pêwistiya wê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan heye. Ji ber ku çareseriya bingehîn a hemû şeran li gel Rêber Apo ye û pêwiste Rêbertî ji girtîgehê derkeve.”

‘Azadiya Fîzîkî a Rêber Ocalan erk û berpirsyariya her jinekê ye’

Nahid Silêman bal kişand li ser rol û berpirsyariya jinan ji bo azadiya fîzîkî a Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û wiha got: “Projeya ku Rêber Apo pêşkêşî jinan kir projeyek îrade, hêz, guhertin û veguhertinên dîrokî da çêkirin. Jinan di bin vê projeyê xwe birêxistin kirin û yekîtiya xwe di bin dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî “ li tevahî cîhanê li dijî sîstemên desthilatdar, zilim û zordariyê ava kirin. Lewra jî azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan erk û berpirsyariya her jinekê ye, mijara bingehîn a têkoşîna jinan e.”

Meş bi dirûşmeyan bi dawî bû.