Li Îranê 25 xwendekar bi jehrê ketin

Li Kumê ev 3 meh zêdetir e xwendekar bi bûyerên jehrîketinê dibin rojev. Vê carê jî 25 xwendekarên jin ji ber jehrîketinê rakirine nexweşxanê.

Navenda Nûçeyan – Li bajarê Kumê yê Îranê ev 3 meh zêdetir e xwendevan bi bûyerên jehrîketinê dibin rojev. Vê carê jî 25 xwendevanên jin dûh ji ber jehrîketinê rakirin nexweşxanê.

Li dibîstanên Kumê der barê nûçeyên bi jehrîketina xwendevanan de wezîrên perwerdeyê piştî sê mehan daxuyanî da û weke gotegot girt dest û diyarkir ku  ji ber nexweşiyên ku derbas kirine xwendekaran rakirine nexweşxaneyê.

Serdozgeriya komara Îranê did erbarê bûyerên jehrîketinê de wek bi qest nîşan da û daxwaz kir ku doz were ditîn û bersûc werin girtin.