Leyla Zana: Riya Kurdan riya rast e

Siyasetmedar Leyla Zana, li navçeya Dêrgûlê ya Şirnexê li gelê Kurd banga yekitiyê kir û wiha got: “Riya Kurdan riya rast e. Mesele ne tenê şaredarî ye. Ev referandûmek e, qîmeta dengê xwe bizanibin.”

Navenda Nûçeyan- Hevdîtinên gel ên DEM Partiyê yên têkildarî hilbijartinên xwecihî berdewam dikin. Siyasetmedara Kurd Leyla Zana, Çaglar Demîrel, Cemîle Turhalli Balsak, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Dêrgula Şirnexê hevdîtinê bi gel re kirin. Beriya ku Leyla Zana biçe li ber avahiya DEM Partiyê gelek kes ji bo pêşwazîkirinê li hêviya Leyla Zana man. Ji parlamenterên DEM Partiyê Ayşegul Dogan, Newroz Uysal Aslan û Zekî Îrmez her wiha rêxistina DEM Partiyê ya Şirnexê, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Dayikên Aştiyê jî tevli bernameya hevdîtinê bûn.

Leyla Zana, li wê derê axivî banga çûyina ser sindoqan kir û got: "Divê em li her kesê bigerin ji bo ku biçin ser sindoqan. Ev serdem, serdema partiya me ye. Ji partiyên pergalê tenê dengek tê. Navên wan çi be ferq nake hemû li dijî Kurdan in. Em bên gel hev û bila dengekî me jî ji wan re neçe. Bila di vê serdemê de îradeya me nekeve destên kesek. Em nanê xwe û ava xwe parve bikin lê belê ne îradeya xwe."

'Bila her kes berpirsyariya xwe bi cih bîne'

Leyla Zana, diyar kir ku divê her kes berpirsyariya dikeve ser milên wan bi cih bînin û bar li ser milên zarokan nehêlin û wiha got: “Yên li Tirkiyeyê weke we ne polîtîk in, riya Kurdan riya rast e. Mesele ne tenê şaredarî ye. Ev referandûmek e, qîmeta dengê xwe bizanibin. Ez 32 salan tenê bûm, min li dijî vê perpgalê serî netewand. Em niha bi milyonan in.”

Girseyê her dem dirûşma "Dêrgul bi te serbilind e" berz kir. Leyla Zana û heyeta pê re piştre bere xwe dan Şirnexê.