Leyla Arzû Îlhan: Sara ji bo têkoşîna azadiya jinên Kurd bû bingehek

Endama Meclisa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûr, Leyla Arzû Îlhan der barê têkoşîna Sakîne Cansiz de axivî û diyar kir ku têkoşîna Sakîne Cansiz bûye soza bilindkirina têkoşîna hemû jinan.

BERJÎN KARA

Mexmûr - Di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê, sê jinên Kurd ên têkoşer û berxwedêr Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) ji aliyê sîxurên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. 11 sal di ser komkujiyê re derbas bû lê hikumeta Fransayê ji bo darizandina kiryaran heta niha tişrek nekiriye.

Endama Meclisa Îştar a wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûr, Leyla Arzû Îlhan der barê kesayet, sekn û têkoşîna pêşenga tevgera jinên Kurd Sakîne Cansiz de ji ajansa me re axivî.

Leyla Arzû Îlhan diyar kir ku sekn û kesayeta Sakîne Cansiz bi jinan re hêza têkoşînê ava dikir û got: “Dema mirov kesayeta hevala Sara digre dest û dinirxîne, bi taybetî jî dema mirov bi hevala Sara re bijî, di kesayeta hevala Sara de mirov êşên jinên Kurd ên bi destên sîstema desthilatdar hatine meşandin, bi awayek eşkere didît. Hevala Sara ji cihek wisa hatibû ku jin û keçên Kurd ji ber ku nekevin destên dagirkeran, ji bo ku beden, rih û hêviyên wan neyên tunekirin xwe ji zinaran avêtibûn û rihê xwe kiribûn diyariya jiyana bi rûmet. Ew ji Dêrsimê bû di dîroka gelê Kurd de, ciheke ku her dem dikaribûye xweseriya xwe biparêze û teslîmiyetê qebûl neke. Dema em tên bi belavkirina netew-dewletan ku li Rojhilata Navîn û taybetî parçekirina Kurdistanê, ji ber ku Dêrsim ji wê sekna xwe ya berxwedêr gavê paşve neavêt komkujiyek mezin li ser hat pêkanîn. Hevala Sara jî li ber bîranîn û êşên ku di wê komkujiyê de hatin jiyîn mezin bû. Dema hevala Sara qala têkoşîna xwe ya ku beriya PKK bê avakirin dike û dema mirov pirtûkên wê dixwîne dibîne çawa hevala Sara li hemberî zilma dewletê û sîstema desthilatdar têkoşîn meşandiye.”

‘Her kêliya jiyana xwe di nava têkoşînê de bû’

Leyla Arzû Îlhan destnîşan kir ku beriya tevgera Apoyî derbikeve û têkoşîna gelê Kurd bi nav û deng bibe Sakîne Cansiz hê di zarokatiya xwe de li hemberî zextên ku li ser civakê hatine meşandin serî hildaye û wiha got: “Ew bi xwe jî di pirtûka xwe de wisa dibêje: “Tiştek hebû ku ez jê ne razî bûm lê ez ne di ferqê de bûm çi ye ez jê ne razî me.” Avabûna PKK’ê û derketina Rêber Apo fikreke ku Kurdên di xewa mirinê de wê çawa zindî bike û desthilatdariya li ser Kurdistanê rake. Ji bo hevala Sara şansek mezin bu. Bixwe jî dibêje, ‘dema ez hatim min hevalên komê naskir, min ji xwere got ev der cîhê min e, min zanî serîrakirina min li hemberî çiye û çi şêwazî serhildana xwe bidim meşandin ji bo ku bikaribim tola van êşan rakim.’ Dema mirov bi hevala Sara re dima jî mirov bi awayek eşkere ew serhildana wê ya li hemberî jiyana bêwate û ji rêzê, didît. Weke pirtûka wê ya ‘Jiyana Min Her Dem Şer bû’ jî bi rastî jiyana wê ya rojane her dem şer bû. Şer nayê wê wateyê ku tenê fizîkî tê meşandin. Di mejî, rih û xeyal de, nêzîkatiya xwe ya jiyanê de li hemberî kevneşopiyên civakî, sîstema desthilatdar, lewaziya kesayet de hertim heval Sara dinava têkoşînek de bû ji bo bikare ew kesayeta ku dijmin ji bo gelê Kurd dabû ava kirin, ji holê rake.”

‘Têkoşîna wê ya li girtîgehê bû rihek ji bo mezinkirina têkoşînê’

Leyla Arzû di berdewama axaftina xwe de qala rewşa gelê Kurd ya salên 80’î kir û got: “Di wan deman de êdî navên Kurdî jî nehatin hesibandin û hatin guhertin. Lê kesayetên wek heval Sara, jinên ku pêşengtiya şoreşa azadiya gelê Kurd kirine ku heta roja îro ev şoreş berdewam buyî, serhildanek li beramberî wê tune hesibandinê bû. Heval Sara, sîstema ku dagirkeriyê li ser me ferzkiriye qebûl nekiriye û li hemberî wê têkoşîn daye meşandin. Dema em serboriya heval Sara dixwînin û temaşe dikin taybet salên 80’an dema ku cunta leşkerî êdî li Tirkiyê mirovahî dabû ber xwe, li Kurdistanê jixwe ne tenê mirov êdî dar, ber û xwezaya Kurdistanê jî dayî berxwe ew çendê bi awayekî hovane weke ku tol ji civaka Kurd bigirin êrişek li ser Kurdistanê de anîn. Lê heval Sara ruxmê hemu zorî û zehmetiyan ji digot, emê bikarin li hember vê zilmê têkoşîn bidin meşandin, emê bikarin bi vê têkoşînê serkeftinê bidest bixin û bivî şeklî têkoşîna wê ya li girtîgehê jî dibe rihek ji bo mezinkirina têkoşînê.”

‘Têkoşîna jinan di kesayeta hevala Sara de dikare were dîtin’

Leyla Arzû Îlhan da zanîn ku hedefgirtina Sakîne Cansiz hedefgirtina bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ku xwe li ser hîmê azadiya jinê mezin dike bû û wiha got: “Di roja îro de paradîgmaya Rêber Apo êdî ne tenê dinava gelê Kurd û jina Kurd de heta mirov dikare bibêje ji derveyî jinên Kurd, jinên cîhanê jî xwedî li paradîgma û xeta azadiya jin ya Rêber Apo derdikevin. Nimuneyên wê em li Bakur û Rojhilatê Suriyê dibînin ku çiqas jinên Ereb bi xeta Rêber Apo re têkoşînê mezin dikin. Em dibînin li hemu cîhanê taybet cihên ku civakên xwasteka wan a jiyankirina civaka xwezayî heye wek jinên Latîn Emerîka çawa li derdora fikir û ramanên Rêber Apo kom dibin. Em dibînin çawa li Ewrupa ku navenda xistina jinê û tune hesibandina cewher, fikir û ramanên jinê ye îro jin li derdora fikrê Rêber Apo kom dibin û têkoşînê mezin dikin û mirov dikare vê têkoşînê di kesayeta heval Sara de bibîne.”

‘Dewleta Tirk her dem ketiye nava hewldanên ku xeta azadiya jinan bifetisîne’

Leyla Arzû Îlhan diyar kir ku ji ber sekna xwe ya berxwedêr pêşengên tevgera azadiya jina Kurd hertim di hedefa dewleta Tirk û hêzên ku dixwazin tevgera jinê ji holê rakin dene û got: “Dijmin hertim ketiye nava hewldanên ku xeta azadiya jin bifetisîne, jinên pêşeng hedef bigre ji bo ku jin ji vê dozê gav paşde bidin. Me vê yekê eşkere di qetlîama Parîsê ya duyem de, di jina Kurd ya ku pêşengtî ji artêşbûna jin re kirî û li hemberî çeteyê hov yên DAIŞ’ê têkoşîn dayî meşandin û serkeftin bidestxistî heval Evîn Goyî çawa hedef hat girtin de dît.”

‘Ji ber eşkerenekirina qetlîama yekem qetlîama duyem hat pêkanîn’

Leyla Arzû Îlhan diyar kir ku hêzên dixwazin tevgera azadiya jinê tune bikin û derbe lê bidin hertim bi windakirinê re rû bi rû hatine û wiha got: “Lê ev rastiyeke çawa ku em dizanin PKK li ser tolhildana li hember şehîd xistina heval Heqî Qerer hat avakirin, di roja me ya îro de jî herku dewleta Tirk jinek pêşeng hedef digrin û di kesayeta jinek pêşeng de hewl didin derbeyê li tevgera azadiya Kurd û jina Kurd bidin, tevgera azadiya Kurd û jina Kurd qat bi qat mezintir dibe, belav dibe û dibe hêz. Dewleta Tirk ji vê hêz û belavbûnê ditirse. Ji sala 2013’an heta niha ev 11 sal derbas bû ku qetlîamek di navenda Parîsê de hat meşandin, lê ev qetlîam nayê eşkere kirin. Ji ber ne eşkere kirina qetlîama yekem qetlîama duyem hat pêkanîn. Hêzên ku niha Parîsê rêve dibin û desthilatdarin, ji dewleta Tirk tu cudahiya wan nîne. Dibe ku dibin navê azadî û demokrasiyê de rûyê xwe boyaxekê lê didin, lê dema li naverok û sîstemê temaşe dikin cudahiyek wan ji dewleta Tirk nîne. Ji bo wê ye ku ev 11 salin kiryarên vê qetlîamê yên esasî ne hatine darizandin û mehkum kirin. Em dizanin yên ku kiryaran rêkirine kîne lê ger ku darizandina wan pêkneyê tê wateya ku dewleta Fransa û rêveberiya Parîsê jî hevalbendê kiryaran û plangerên kiryaranin.”

‘Darizandina kiryaran wê bi bilindkirina têkoşîn û gihîştina serkeftinê pêk were’

Leyla Arzû Îlhan di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: “Em ê bi rêxistinbûn û bilindkirina têkoşîna ku hevala Sara û hevala Evîn dane meşandin, bikaribin kiryarên ku em dizanin kî ne bidarizînin. Têkoşîna me çiqas mezin bibe, belav bibe, ber bi serkeftinê ve biçe û encam bigre ev tê wateya darizandina kiryar û pergala van kiryaran ava kirine ku roja îro li ser jinên Kurd û gelê Kurd qetlîamên hovane pêk tînin. Ji bo vê darizandina kiryaran bi destên me be û ev jî wê bi bilindkirina têkoşîn û gihîştina me ya serkeftinê pêk were.”