DEM Partî dê mitînga ‘Piştevaniya bi Filistînê re’ li dar bixe

DEM Partiyê, ragihand ku ji bo piştevaniya bi gelê Filistînê ya di bin êrîşên Îsraîlê de, mitîngê li dar bixin û wiha got: “Banga me ji bo hemû gelên herêmê ku dostên rasteqîn ên Filistînê ne ew e ku bibin dengê xelkê Filistînê.”

 Navenda Nûçeyan – Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Stenbolê, der barê mitînga “Piştevaniya bi Filistînê re” ku dê di 14’ê Çileyê de li navçeya Esenlerê li dar bixin de, li avahiya partiyê daxuyanî da. Li ewyana ku daxuyanî hat dayîn pankarta “Dawî li qirkirinê bînin, ji Filistînê re azadî” hate daliqandin. Gelek parlamenter û rêveberên partiyê tevlî daxuyaniyê bûn.

‘Dema gelên bindest piştevaniya hev kirin dê aştî bê’

Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Kezban Konukçu diyar kir divê hemû kes li dijî qetilkirina sivîlan dengê xwe derxîne. Konukçu, wiha domand: “Dema gelên bindest piştevaniya hev kirin dê aştî bê Rojhilata Navîn. Heta ku dewletê durû û noker neyên îfşakirin, em nikarin aştiyeke mayînde pêk bînin. Hikûmeta AKP-MHP’ê tenê daxuyaniyên weke ‘em li dij in’ didin. Lê belê hevkariya wan didome. Ji vê derê bi keştiyan pola dişînin û bi wê polayê çek tên çêkirin. Banga me ji bo hemû derdoran ew e ku tev li mitîngê bibin.” 

‘Dewletên cihanê şirîkatiya vî sûcê qirkirinê dikin’

Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Gonca Yangoz jî diyar kir ku li Xezeyê “qirkirin” tê kirin. Yangoz, bal kişand ser rûdanên di êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê de û ev tişt anî ziman: “Dixwazin xelkê Filistînê li ser vê xakê tune bikin. Mîna li gelê kurd tê kirin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û başûê Kurdistanê qadên jiyanê, nexweşxane û depoyên genim tên bombebarankirin. Dewletê ku di gotina demokrasî û aştiyê de li dijî hev ketine pêşpirkê, şirîkatiya vî sûcê qirkirinê dikin. Destûrê didin ku gelên Rojhilata Navîn di şer de bijîn û jinedîtî ve tên.” 

‘Li Tirkiyeyê polîtîkayên durûtiyê di meriyetê de ne’

Gonca Yangoz, got ku li Tirkiyeyê polîtîkayên “durûtiyê” di meriyetê de ne û wiha axivî: “Dema dibêjin ‘Filistîn doza me ye’, li rexa din têkiliyên wan ên siyasî, aborî, bazirganî, leşkerî û çandî yên bi Îsraîlê re berdewam in. Niha di mijara şirîkatiya aboriyê ya bi Îsraîlê re de Tirkiye di rêza ewil de ye. Îxracata herî mezin jî di qada pîşesaziya şer de tê kirin. Ji roja êrişên li dijî Xezeyê heta niha tu zextên aborî nehatin kirin. Berevajî vê, pêdiviyên Îsraîlê bi keştiyan birin. Çiqas dixwazin bila behsa ‘biratiya ol’ bikin lê îktîdara AKP-MHP’ê hêj jî piştgiriya lojîstîkî didin Îsraîlê.”

‘Dem ew dem e ku bibin dengê Filistînê’

Gonca Yangoz, dest nîşan kir ew têkoşîna azadî û aştiyê ya gelê Kurd û Filistînê diparêzin û bang kir dawî li hemû têkiliyên bi Îsraîlê re bê anîn. Gonca Yangoz, wiha got: “Di serî de Tirkiye, banga me ji bo dewletên herêmî ew e ku dev ji polîtîkayên xwe yên şer berdin. Banga me ji bo hemû gelên herêmê ku dostên rasteqîn ên Filistînê ne ew e ku bibin dengê xelkê Filistînê. Niha dem dema wê ye ku em bibin dengê Filistînê.”