Leyla Şeylamez li ser gora xwe hat bîranîn
Ji bo Leyla Şaylemez a li Parîsê hat qetilkirin li ser gora wê ya li Mêrsînê merasîmek hat lidarxistin. Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran destnîşan kir ku jin li hemberî êrîşan wê gav paşde navêjin.

Navenda Nûçeyan – Leyla Şaylemez ku di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê bi Sakîne Cansiz û Fîdan Dogan re hatibûn qetilkirin, di 10’emîn salvegera mirina xwe de li ser gora xwe hat bîranîn.
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, parlamenterên HDP’ê, bavê Leyla Şaylemez, Cumalî Şaylemez û gelek kes tev li bîranînê bûn. Bîranînê bi rêzgirtinê dest pê kir û dirûşmên “Jin jiyan azadî” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin.
‘Em dizanin ku li pey vê komkujiyê îktidara AKP’ê heye’
Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran destnîşan kir ku li gel di ser qetlîamê re 10 sal derbas bûn jî hêzên li pişt komkujiyê nehatin eşkerekirin û wiha got: “Em dizanin ku li pey vê komkujiyê îktidara AKP’ê heye. Yek ji van komkujiyan jî ne tesadûfî ye. Îktidarên mêrane yên serdest ji bo rejîma xwe ava bikin, ewilî jinan dikin hedef. Li ser bedena jinan şer mezin dikin û dixwazin xwe wisa birêxistin bikin.
Hêzên li pey komkujiya Parîsê ya ewil û komkujiya Silopiya heman hêz in. Heman hêzan sê hevrêyên me jin qetil kirin. Di roja me ya îro de jî li Silêmaniyê Nagihan Akarsel, li Rojava Hevrîn Xelef û herî dawî jî sê hevalên me li Navenda Çanda Kurd a Parîsê hatin qetilkirin. Yên ku kujerên qetlîama 10 sal berê dernexistin holê, heman qetlîam pêk anîn.
Wê qetlîam û êriş nikaribin bi jinan ji têkoşîna wan paşve gav bidin avêtin. Dema kurd û jin dibin mijara mijara gotinê li kê dera dinyayê bên qetilkirin jî heman senaryo di dewrê de ne.”