Lêkolîner Farîba Adelkhah hat berdan
Lêkolîner Farîba Adelkhah, piştî ku zêdetirî 3 salan girtî ma hat berdan.
Navenda Nûçeyan – Lêkolînera Fransî-Îranî Farîba Adelkhah ku di Hezîrana 2019’an de li Îranê hat girtin û bi hinceta “binpêkirina ewlehiya netewî” mehkûmê 5 sal cezayê girtîgehê hat kirin, hat berdan. Hevalekî wê yê nêzîk ya lêkolîner duh daxuyaniyek da û wiha got: “Azad bû, lê em der barê rewşa wê de tu tişt nizanin.”
‘Azadbûna wê girîng e'
Berdevka Wezareta Derve ya Fransayê Anne-Claire Legendre di daxuyaniya xwe de wiha got: " Azadiya Farîba Adelkhah ku ger dixwaze dikare vegerê Franseyê jî di nav de bi dest xistina hemû azadiya xwe pir girîng e.”
Enstîtuya Lêkolînên Siyasî ya li Parîsê li malpera tora dijîtal ya twîtterê ev parvekirin kir: "Em kêfxweş in ku Farîba Adelkhah a zêdetirî 3 sal in li Îranê bi awayekî keyfî dihat girtin û ji aliyê makamên xwecihî ve dîl dihat girtin, hat berdan."
Çi bûbû?
Muhafizên Şoreşa Îranê, di 5’ê Hezîrana 2019’an de li balefirxaneya Tahranê lêkolîner Farîba Adelkhah girtin û di 16’ê Gulana 2020’an de jî daraza Îranê bi sûcên “ji bo zirar dayîna ewlehiya netewî lihevkirina veşartî” û “Li Îranê li dijî belavkirina propagandaya derew” mehkûmê 5 sal cezayê girtîgehê kiribû. Piştre sewqî girtîgeha Evînê hat kirin.
Farîba Adelkhah di 3’ê Cotmeha 2020’an de ji girtîgehê derket û mehkûmê hepsa malê hat kirin. Li mala xwe ya li paytexta Îranê di bin kelepçeyên elektronîk de jiyana xwe domand. Axaftina wê li pêşberî civakê hat qedexe kirin.
Farîba Adelkhah ku di 25’ê Nîsana 1959’an de li Tahrana paytexta Îranê ji dayîk bû, li zanîngeha Strasbourgê ya Fransayê û piştre jî li Enstîtuya Zanistên Civakî xwend. Li Îranê endama konseya Xebatekê Praktîkî ya Îranê ya Nêzîktêdayînek Antropolojikî ya Rewşa Jinan e.