Kongreya NADA bû dengê jinan: Daxwaza aştiyê bilind bû
Li goşeyek Rojhilata Navîn, li cihê ku têlên hêviyê bi êşê ve girêdayî ne û li bajarê Silêmaniyê ku demek dirêj sembola berxwedan, zanîn û çandê ye, bi sedan jin li hev civiyan û dengê aştiyê bilind kirin.

EMEL MUHEMED
Kongreya piştî damezrandina Hevgirtina NADA’yê ku ji 15 heta 17'ê Gulana 2025'an hat lidarxistin, ne tenê civînek demkî bû. Wê ji nû ve diyar kir ku dengê jinan dikare dîwarên bêdengiyê bişkîne, sînorên erdnîgarî derbas bike û teşe bide pêşerojek ku her kesê hembêz dike.
Daxwazên hevbeş hatin ziman
Bi sedan jinên çalakvan ji 19 welatên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê berê xwe dan bajarê Silêmaniyê herêma Kurdistanê, ne ji bo suhbetek normal, ji bo belgekirina êşên jinan di nava jîngehek herêmî ya tevlihev de. Ji ber şer û pevçûnên ku rû dane bi sedhezaran kes neçarî koçberiya li dewletên din bûne û bi tundî û paşguhkirina aborî û civakî re ku malbat û civakan bi taybetî azadiya jinan dikin hedef rûbirû mane. Ev pirsgirêk di kongreyê de hat nîqaşkirin. Kongre veguherî atolyeyek ku êş lê veguherî vîzyonê û dijwarî jî veguherî derfetên ji bo çalakiyên hevbeş.
Beşdaran bi kûrahî çawaniya avakirina pirên ragihandinê di nava tevgerên femînîst ên cuda de û çawaniya xebata ji bo yekbûna hewldanan û nêzkirina rêzan ji bo bidestxistina armancên hevpar di bin sîwana "Şoreşa Femînîst" de nîqaş kirin. Ev şoreş bi qasî tê wateya serhildanê, tê wateya rizgarbûna ji qedexeyan û avakirina civakên demokratîk ku mafên jinan bê kêmasî dixin bin temînatê û rêzê li rûmeta wan a mirovî digre.
Pirsgirêkên jinan yek in
Kongre tenê bi nirxandinên teorîk ve sînordar nebû, li ser hûrgiliyên xebata meydanî jî xwe kûr kir. Komxebatên taybet ên li ser têkoşîna li dijî tundiyê, redkirina nijadperestiyê, kêmkirina serdestiya mêran, bihêzkirina aborî û zêdekirina beşdariya siyasî hatin lidarxistin. Vê komxebatê, nîqaşên dewlemend û danûstandinên têgihîştin, pisporî û ezmûnan weke nexşeriyek ji bo pêkanînên çêdibin bi pêş xist. Kongreyê nîşan da ku dibe pirsgirêk di hûrguliyan de ji hev cuda bin lê bingeha wan yek e û çareserî pir caran ji ezmûnên hevpar derdikevin.
Hêvî ne xewnek dûr e rastiyeke bi biryardarî ye
Encama kongreya NADA’yê li Silêmaniyê ne tenê daxuyaniyek an pêşniyarek e, qîrîna e. Jin di hevkêşeya şer û aştiyê de ne tenê hejmar in, aktorên girîng in di avakirina jiyan û îstîqrarê, damezrandina aştiyeke domdar û xurtkirina bingehên edaleta civakî de ne. Hêvî ne xewnek dûr e, rastiyeke ku bi biryardarî û çalakiya hevbeş dikare were bidestxisitn.
Di kongreyê de daxwaza konfederasyona jinên demokratîk bilind bû
Jin dikaribûn ji bo xwe cihekî bi ewle biafirînin, xwe ji her cure tundiyê û pêkanînên ku mafên wan binpê dikin biparêzin. Ev qîrîna kolektîf bû li hola kongreyê bilind bû ku avakirina "Konfederasyona Jinên Demokratîk" vedibêje. Ew jî li ser mîrateyek dirêj a têkoşînê û vîzyonek stratejîk a zelal hatiye damezirandin û hemû jinan hembêz dike û ji bo wan stargehek bi ewle dimîne.
Ev ruhê ku li Silêmaniyê di kongreya Hevgirtina NADA’yê de derket holê, dikare bibe sedema guhertineke rastîn û domdar di jiyana bi milyonan jinên herêmê de?
Yek ji dijwariyên mezin ên Hevgirtina NADA’yê pê re rûbirû ye, bi hemû kesên ku bawer dikin pêşeroja Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê geş nabe, mezin nabe û aram nabe heta ku jin ranebin û bê cudekarî û biçûkxistin rola xwe nelîzin.