Şengalî ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan meşiyan

Pêkhateyên Şengalê bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xist.

Şengal Pêkhateyên Şengalê bi pêşengitiya Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xist.

Meş li Deriyê Kersê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ala Ocalan heta Parka Rêber Apo dewam kir.

Li Parka Rêber Apo Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Şemê Remo axivî.

Şemê Remo di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên şoreşê bi bîr anî û wiha got: “Meşa me ya îro ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Rêber roja fermanê şargirtên xwe bi hawara Şengalê ve şand û heta niha jî Şengal di xem û bîra Rêber Apo de ye. Serokatî her tim dibêje ez li pişt Şengal, Mexmûr û civakên bindest in.”

Di axaftinê de Şemê Remo bal kişand ser Kongreya 12’an a PKK’ê û da zanîn ku ew wek TAJÊ Kongreya PKK’ê li wan pîroz kir û got ku kongre bibe kongreya serketin û azadiyê.

Şemê Remo bang li hikûmeta Iraqê kir û got ku divê hikûmeta Iraqê xwe zelal bike û bibêje yan Rêveberiya Xweser nas dike yan nas nake û destnîşan kir ku ew îro ew kes in ku DAIŞ’ê têk birine û bi îradeya xwe Rêveberiya Xweser ava kirine.

Di dawiya axaftina xwe de Şemê Remo ragihand ku ew azadiya fîzîkî ya Ocalan dixwazin û heta azadiya wî ya fîzîkî pêk were dê her li ser piya bin.

Meş bi dirûşmeyan bi dawî bû.