Kongreya Mezin a Partiya Çepên Kesk dest pê kir: Navê nû bû HEDEP

4’emîn Kongreya Mezin a Partiya Çepên Kesk li Enqereyê bi beşdariya bi hezaran kesan bi dirûşma “Ji bo Azadiyê” dest pê kir. Hat diyarkirin ku navê nû yê partiyê Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (HEDEP) e.

Navenda Nûçeyan - Partiya Çepên Kesk li Salona Werzîşê ya Ataturkê ya Enqereyê bi dirûşma “Ji bo azadiyê” 4’emîn Kongreya Mezin a Asayî li dar dixe. Ji çar aliyên Kurdistan û Tirkiyeyê bi hezaran kes tevlî kongreyê bûn. Ji ber ku li salonê cih tunebû, bi hezaran kes li derveyî salonê man. Bi hezaran kesên li ber deriyê salonê disekinin, li ber ekranên mezin kongreyê dişopînin. Welatiyên li pêşiya salonê çepikan lê didin û dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” berz dikin. Coşa li pêşiya salona kongreyê bi gerandina govendê didome û heman coş li hundirê salonê jî dest pê kir.

Salona kongreyê bi alayên Partiya Çepên Kesk û dirûşmên kongreyê hate xemilandin. Li salona kongreyê pankartên ku li ser dirûşmên “Ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk”, “Na ji tecrîdê re aştî a niha”, “Destûra Bingehîn a demokratîk” û “Ne avhewayê, pergalê biguherîne” hatin daliqandin. Delegeyan di nava demekî kin de li salonê cihê xwe girtin. Wê di hilbijartinên nîvro de nêzî 800 delege dengê xwe bidin. Wê lîsteyên endamên Meclîsa Partiyê (PM) û hevserokên giştî bên hilbijartin. Wê PM 80’ê jê esil, 35 jê cihgir û 10 jê fahrî bi giştî ji 125 kesan pêk bê. Di kongreyê de her wiha wê endamên Lijneya Disiplîna Navendî û Lijneya Lihevhatinê jî bên diyarkirin.

Rojeva sereke wê pirsgirêka Kurd û tecrîd be

Rojeva sereke ya kongreyê wê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê ye û destûra bingehîn a nû be. Nûnerên gelek partiyên siyasî tevlî kongreyê bûn. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevserokên Giiştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sûltan Ozcan û Cahît Kirkizak, Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torun, Hevberdevkên Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce û Cavît Ugur, Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Parlamenterê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) yê berê Bariş Atay, Berdevka Demê ya Partiya Azadiya Civakî (TOP) Juliana Gozen, Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedkar (EHP) Hakan Ozturk, Seroka Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan û gelek navên din di kongreyê de amade bûn. Li ser navê Partiya Çep Îlknûr Beşer, li ser navê Partiya Gel a Komarê (CHP) Cîgira Serokê Giştî Devrîm Bariş Çelîk û rayedarên Partiya Devayê jî tev li kongreyê bûn.

Salon ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser piyane

Despêkê di kongreyê de endamên dîwanê hatin hilbijartin. Meral Daniş Beştaş a ji bo serokê dîwanê hat hilbijartin got: “Ji Mûglayê heta Amedê, ji Amedê heta Erziromê hûn bi xêr hatin. Hûn hemû ji rêyeke zehmet hatin, bi xêr hatin. Dijmin dixwazin têkoşîna me ya azadiyê tune bikin. Lê kes nikare vê yekê bi dest bixe, kes nikare meşa me ya azadiyê bê nefes bihêle. Em têkoşîna xwe ji dîrokê digirin. Heta dilopa xwîna xwe ya dawî em ê vê têkoşînê bidomînin. Li vir ji girtîgehan re silav hatine şandin. Ez jî li vir ji Kişanak heta Yuksekdag, ji Demîrtaş heta Tuncel re silav dişînim. Ji Edîrne û Kandira re silav dişînin. Bi sedan, bi hezaran hevalên me li girtîgehan têdikoşin. Têkoşîna hevalên me yên li girtîgehê roj bi roj mezin dibe.”

Dema Meral Daniş Beştaş got: “Em ji Îmraliyê re silavan dişînin” hemû kesên ku li salonê rabûn ser lingan. Bi deqeyan dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” hatin qîrîn. Meral Daniş Beştaş bertek nîşanî tecrîdê jî da. Vê carê kesên li salonê ji bo şermezarkirinê dest bi qîrînê kirin.

‘Rêberê PKK’ê Ocalan wê azadiya fîzîkî bi dest bixe’

Meral Daniş Beştaş di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser tecrîdê û got: “Birêz Ocalan niha di bin tecrîdê de ye. Em ê vê tecrîdê bişkînin û wê Rêberê PKK'ê Ocalan azadiya fîzîkî bi dest bixe. Em bi gelê xwe bawer in, em bi têkoşîna gelê xwe bawer in. Em dibêjin ‘ji tecrîdê re na, ji azadiyê re erê’. Em ê li dijî polîtîkayên qirêj parastina wekhevî û biratiya gelan bikin.”

‘Me serî li ber zilmê netewand û em ê netewînin’

Meral Daniş Beştaş, anî ziman ku ew li gel gelê Filistînê yê ku niha di bin êrişan de ne û wiha got: “Êrişên li dijî Kurdan dewam dikin. Dagirker dixwazin reng, deng û zimanê me ji holê rakin. Em hevalên xwe yên ji ber van şert û mercên dijwar têdikoşin silav dikin. Me tu carî serî li ber zilmê netewand û em ê netewînin jî. Ev kongre ji bo azadiyê ye.”

Navê nû yê partiyê wê HEDEP be

Murat Çepnî ku ji bo serokatiya meclîsê hat hilbijartin got: “Em dîsa ji bo azadî û demokrasiyê bi hev re ne. Serkeftin ji me hemûyan re. Em ê bi ser bikevin, teqez em ê bi ser bikevin.” Piştî axaftina hevserokên meclîsê, ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin.

Ji aliyê din ve, li gorî biryara Komîsyona Amadekar û Lihevkirinê ya Partiyê, hat zanîn ku navê nû yê Partiya Pêşerojê û Çepên Kesk (Partiya Çepên Kesk) wê bibe Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (HEDEP). Kongre bi axaftinan dewam dike.