Kongra Star perwerdeya mêr ên Til Temirê bi dawî kir

Kongra Star li navçeya Til Temirê di bin dirûşmeya "Bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin" perwerdeya mêran bi dawî kir.

Hesekê- Rêzeçalakiyên Platforma Rêxistin û Tevgerên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo 8’ê Adarê di 24’ê Sibatê de destpêkiribûn, didome. Îro jî Kongra Star li navçeya Til Temirê a Kantona Cizîrê a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo zanekirin û têgihiştinek rast ji wateya 8’ê Adarê re, di bin diruşmeya "Bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin" perwerdeyek vekirî ji bo mêran dabû destpêkirin, bi dawî kir.

Li ser armanca perwerdeyê Rêvebera Kongra Star a navçeyê Hêvîn Sebrî û mêrên ku perwerde dîtin nêrînên xwe dan.

'Di bin êrîş û xeteriya dagirkeriya Tirk de vekirina perwerdeya mêran bersivek guncaw e'

Hêvîn Sebrî destpêkê 8’ê Adarê li hemû jinên kedkar ên cîhanê pîroz kir û wiha behsa armancên perwerdeyê kir: "Perwerdeya mêran li ser bingehê dayîna dersa hevjiyana azad, semînera 8’ê Adarê û rêziknameya hundirîn a Rêxistina Kongra Star bû. Armanc guhertina hişmendiya baviksalarî ye ku bandor ne tenê li jinê li mêr jî kiriye, ye. Di bin êrîş û xeteriya gerîna balafirên SIHA-IHA û balafirên şer ên dagirkeriya Tirk de, vekirina perwerdeya mêran ji hêla Kongra Star ve bersiveke guncaw bû. Em di wê baweriyê de ne ku em ê karibin guhertinan di warê hişmendiyê de çêbikin û ev bi saya domandina têkoşîna hevpar a jinan pêkan e. Em bi guhertina hişmendiya mêr û têkoşîna li dijî dagirkeriyê, hewl didin dîroka şaş hatiye nivîsandin rast bikin."

'Ji bo ku mêr jinê wekî hevala xwe ya jiyanê bibîne divê têbikoşe'

Ferhan Mihemed ê ku beşdarî perwerdeyê bûbû wiha nêrîna xwe anî ziman: "Jinan di Sûriyê û di Şoreşa Rojava de dikarîbû destkeftiyên binirx bidest bixin û veguherînin pratîkê. Êdî jin bû xwedî fikrekî têkoşînê û pêvajoya ku jin tenê bermaliya malê ye derbas kir. Her wiha li ser esasê têkoşîneke rast jin di nav malê de rola perwerdeya zarokan û mêr jî dilîze. Jin ji mêr zêdetir dikarîbû bar rake û li gorî wê jî derket. Civaka me di gelek pêvajo û serdeman re derbas bûye, di warê hişmendiyê de jî gelek asê ye lê jin bi awayekî domdar, ji bo têkoşîna xwe bi encam bike hewldanê dike. Lê belê ji bo ku têkoşîneke rast û encamgir hebe divê ku mêr jî li kêleka jinê be û têkoşînekî hevpar bidin meşandin. Divê mêr jinê wekî xwe qebûl bike û wê wekî hevala xwe ya jiyanê bibîne û wiha têbikoşe."

Perwerde bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî" dawî bû.