Kongra Star Hevrîn Xelef û Yadê Eqîde bi bîr anî

Kongra Star Hevrîn Xelef û Yadê Eqîde, bi bîr anîn û bang li gel û jinan kir ku li dijî siyasetên qirkirinê têkoşînê mezin bikin.

Navenda Nûçeyan - Di 13'ê Cotmeha 2019'an de artêşa tirk komkujiyek li dijî karwanê welatiyên ku berê xwe dabû Serêkaniyê da ku piştgiriya gel li dijî êrişên dagirkeriyê bikin, pêk anî. Meclisa Kongra Star di salvegera 4’emîn de şehîdên komkujiyê, Hevrîn Xelef û Yadê Eqîde, bi bîr anîn.

Meclisa Kongra Star di daxuyaniyê de diyarkirin ku hemwextî salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewleta tirk êrişên xwe berdewam dike û wiha hate gotin: “Dewleta tirk bi tevahî rêbazên hovane û çekên qedexekirî şerê qirkirinê û êrişên barbarî pêk tîne. Sûcên dewleta tirk ên koçberkirina bi darê zorê ya şêniyên Serêkaniyê, Girê Spî, Efrînê û guhertina demografiyê, êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hedefgirtina binesaziyê, sûcên şerin û ev êriş dê DAIŞ'ê zindî bikin.”

Meclisa Kongra Star sûcên li dijî herêmê, sûcê hovane yê li dijî Hevrîn Xelef û hedefgirtina karwanê welatiyan şermezar kirin û bang li rêxistin û tevgerên jinan û gel kir ku li dijî siyaseta qirkirinê têkoşîna xwe mezin bikin.