‘Her jin dikare li ser bedena xwe biryarê bide’

Tevî ku di sala 1973’an de li Tûnisê kurtaj hat qanûnîkirin jî jin hê jî ji xizmeta tenduristiyê ya ku dixwazin bêpar in. Doktor Hadia Belhac got: “Azadiya her jinê heye ku li ser bedena xwe biryarê bide”

ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis - Seroka Koma Tewhîda Bin Şêx, Doktor Hadîa Belhac got ku bernameya plansaziya malbatê di sala 1973’an de li Tûnisê hatiye avakirin û di 26’ê Îlona 1973’an de bi biryarnameyekê mafê kurtajê hat qanûnîkirin. Hadîaa Belhac diyar kir ku Tûnis ji ber kalîte û nûjeniya xizmeta ku di çarçoveya bernameya tenduristiya zayendî de pêşkêş dike layiqê gelek xelatên navneteweyî hatiye dîtin. Du hezar û 200 navendên tenduristiyê û nexweşxaneyên zanîngehê yên herêmî hene jinan di warê tenduristiya zayendî û zêdebûnê de agahdar bikin.

Hewl didin pêşî li jinan bigrin

Hadîa Belhac diyar kir ku di salên 1970’an de dema ku qanûn hat derxistin, kurtaj heta meha sêyemîn a ducaniyê cerahî bû, ji sala 2001’ê û vir ve kurtajkirina bi dermanan jî di nava qanûnê de cih girt û ev yek jî ji ber ewlekarî û asanî vê pêvajoyê gelekî hêsantir kir. Hadîa Belhac got: “Tişta ku îro metirsîdar e, bandorên ku jin dema ku diçe navendeke giştî ji bo kurtajê, dikişîne ye. Pîrik û pisporên tenduristiyê hewl didin ku bandorê li fikrê jinê bikin û gotinên ku bandorek neyînî li ser jinê bike bikar tînin. Tevî ku ne mecbûrî ye jî, lê girtina testan û paşxistina randevûyê dikare ducaniyê dirêj bike, pêvajoyê zehmet bike û jiyana jina ducanî bixe xeterê.”

‘Divê ji bo xizmetên tenduristiyê destûra bingehîn bikeve bin temînatê’

Hadîa Belhac, anî ziman ku ger jin biryara kurtajê bide astengkirin û bandorkirin neqanûnî ye û got: “Jin dizanin çi dixwazin, ji ber vê yekê erka civaka sivîl û hikûmetê ye ku her cure rehetiyê ji jinan re peyda bikin. Qanûn mafê kurtajê dide wê û saziyên giştî jî xwedî erk in. Bê pirs û lêpirsîn divê xizmetek baş pêşwazî bikin. Komeleyên femînîst daxwaz dikin ku mafê kurtajê qanûnî û ewledar be, li saziyên giştî bêpere be û di saziyên taybet de xizmetê ji bo jinên ku debara xwe dikin bê kirin û dixwazin ev bibe mafekî destûra bingehîn.”

‘Li hemberî binpêkirina mafên xwe yên azadiya fizîkî ne baldar in’

Hadîa Belhac got ku di sala 2018’an de rêbazên kontrolkirina zayînê, zehmetiyên gihandina kurtajê û gihandina xizmetên tenduristiya zayînê bi anketê hatine belgekirin û wiha dewam kir: “Ji bo hemû jinan qanûnî ye ku kurtajê bikin heta ku bandorê li jiyan û tenduristiya wan neke. Kesên ku di saziyên giştî de xizmetê dikin, ger jinek bixwaze kurtajê bike divê di vî warî de xizmetê bidin. Nayê qebûlkirin ku ew hewl bidin ku wî razî bikin ku xwe bispêre motîvên olî an bandora civakî ya bihêz. Hikûmet tenduristiya zayendî û zêdebûnê paşguh dike. Bernameyek hişyarî û danasînê tune ye. Gelek bûyer û tawanên derbarê destdirêjiya zayendî û qetilkirina jinan de jî hatine belgekirin. Li hemberî binpêkirinên mafên xwe yên xweseriya fizîkî divê hişyar bin.”

‘Jin qanûnan nizanin’

Hadîa Belhac bal kişand ser anketa ku Koma Tevhîda Bin Şêx bi 5 hezar û 837 jinên ciwan ên temenê wan di navbera 18 û 29 salî de li 8 parêzgehan ji 4 herêmên Tûnisê di navbera salên 2022-2023’an de pêk aniye û wiha got: “Li gorî encamên anketê qanûnên heyî yên girêdayî kurtajê nayên zanîn. Li hin parêzgehan tenê ji sedî 26.6 ji mêran û ji sedî 45’ê jinan bi qanûnê dizanîn û ji sedî 43.2’ê mêran û ji sedî 30.3’ê jinan jî li ser vê mijarê nêrînên wan nebûn. Bersiva pirsa ku kurtaj mafê her jinê ye, di navbera eyaletan û zayendan de cudahî derket.”

‘Divê qanûn bê kêmasî bên bicihanîn’

Hadîa Belhac bal kişand ser xeteriyên rêbazên rasthatî û kevneşopî yên wekî wergirtina giyayên dermanî û got: “Ji bo pêşîgirtina li xetereyên derkevin divê qanûn bê kêmahî werin bicih anîn. Di vê mijarê de pêwîstî bi bilindkirina hişyariyê heye. Di anketê de, piraniya beşdaran dibêjin ku ew agahdariya li ser tenduristiya zayendî û zêdebûnê li ser înternetê peyda dikin, ne ji medya û civaka sivîl. Ev xal in ku divê di pêşerojê li ser bên sekinîn. Tûnis ji salên 60’an vir ve di warê mafên zêdebûn û plansaziya malbatê de pêşeng e. Di 1973’an de, Ofîsa Neteweyî ya Malbat û Pêşveçûna Mirovî hate damezrandin. Ev destkeftî ne ku divê zêdetir bên kûrkirin û pêşxistin.”

‘Jin ji bo vî mafê bi dest bixin têdikoşin’

Derbarê îhtîmala gihandina dermanên nehiştina ducaniyê li Tûnisê, Hadîa Belhac got ku bernameya netewî rê dide her kesî ku van amûran li dermanxaneyan bikire an jî li navendên giştî belaş peyda bike, bêyî tu lêkolîn û bêyî pêşkêşkirina qerta nasnameyê an belgeyên fermî ku zewaca xwe îsbat dike. Hadîa Belhac, anî ziman ku kurtaj hîna jî girêdayî ol û kevneşopiyên civakî ye û wiha got: “Mînak Cezayîr, kurtajê bi tundî qedexe dike û tenê ger metirsiyek mezin li ser jiyana dayîkê hebe destûrê dide. Li Morîtanyayê jin bi awayekî kategorî ji vî mafî tên astengkirin, her çendî ev maf li ser jiyana jinê bibe xeter jî. Li Erebîstana Siûdî ger gef li ser jiyan û tenduristiya dayîkê bike destûr tê dayîn. Li Mîritiyên Yekbûyî yên Ereb, Yemen, Umman, Somalî, Lîbya, Lubnan û Behreynê, ger jin bixwazin kurtajê bikin, qedexe ye. Ger jiyana wan di xetereya cidî de be destûr tê dayîn. Li piraniya welatên ereban jin ji bo bidestxistina vî mafî êş dikişînin û têkoşîn dikin.”

‘Mirina dayikan zêde bûye’

Hadîa Belhac diyar kir ku divê di pêşerojê de li hemû parêzgehên Tûnisê xebat bên kirin da ku jin bi ewle bigihîjin kurtajê û nedana van derfetan dibe sedem ku jin vegerin ser rêbazên kevneşopî yên ne ewle ku dibe sedema trajediya mirovî. Hadîa Belhac bal kişand ku mirina dayikan ji ber kurtajên ne ewle zêde bûye û wiha got: “Ji sedî 10’ê mirina jinan li herêmên Ereban ji ber vê yekê ye. Em ditirsin ku Tûnis jî di nav van welatan de be ger îhmalkirin di peydakirina pêşîlêgirtina ducaniyê de an jî zehmetiya gihiştina kurtajek bi ewle berdewam bike. Di navendeke giştî de nedayîna xizmetên kurtajê binpêkirina mafên welatiyan e ji bo xizmetê. Mafê kurtajê qanûnî ye û azadiya her jinê heye ku li ser bedena xwe biryarê bide.”