Kongra Star: Em ê sîstema Îmraliyê ya şerma mirovahiyê bişkînin
Meclîsa Kongra Star bi daxuyaniyekê helwesta CPT şermezar kir û bang li jin û ciwanan kir ku rabin serhildanê.
Qamişlo – Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT), rapora giştî ya 32'yan ku 1'ê Çileyê-31'ê Kanûna 2022'yan dihewîne, belav kir. Di raporê dee hatiye diyarkirin ku serdana Girtîgeha Îmraliyê hatiye kirin, lê di raporê de der barê Rêber Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim de tu agahî tune ne. Derbarê vê mijarê de Meclîsa Kongra Star daxuyaniyek nivîskî parve kir.
Daxuyaniya ku hatiye dayîn wiha bû:
“Rêberê Konfederalîzma Demokratîk a Gelên Cîhanê Abdullah Ocalan ev 24 sal in di vê zindanê de, di dîroka mirovatiyê de berxwedanekî bêhempa raber kir û raber dike. Di destpêkê de em vê berxwedana dîrokî silav dikin, di rojbûna mîmar û kedkarê azadiya jinê Rêber Apo de, soza şopandina paradîgmaya wî nû dikin.
CPT agahiyek saxlem û zanyarî di derbarî Îmraliyê de parve nekir
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin li ser hevdîtina CPT li Îmraliyê û wiha hate gotin: “Ji bo însan ji civakîbûn, dîrok û însaniyeta xwe dûrbikeve, sîstema Îmralî ya bi polîtîkayên pir alî hatî pêşxistin, ji aliyê hêzên navnetewî yên komploger ve her tim tê şopandin û bi polîtîkayên nû ve pêvajoyê digrin dest. îspata wê ya herî şênber û balkêş, di meha Îlona sala 2022’an de CPT’î çû Îmraliyê, tevî îsrar û hewildanên raya giştî û yên Rêber Apo, çi daxuyanî nedan. Komîteya pêşî lêgirtina Îşkencê ya Ewrûpayê CPT’î, rapora xwe ya 1’ê Çileya 31’ê 2022’an digre nav xwe ya 32. di 30’ê Adarê de weşand. Di vê raporê de her çendî gotibin; “Me ziyareta Îmralî kiriye jî.” lê di derheqê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Ömer Xeyrî Konar, Weysî Aktaş û Hamîlî Yildirim de, agahiyên saxlem û zanyarî nedane.
Daxuyaniya CPT şiq û gumanên mezin ava kir
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin li ser daxuyaniya ku ji aliyê CPT de hatiye dayîn û wiha dom dike: “Baldariyekî taybet li ser agahiyên di derheqê girtiyan, kar û xebatên wan ên civakî û peywendiyên wan ên ji cîhana derve de, hatiye çêkirin. Lê belê wan ne raya giştî û ne jî gumanên me dane derbaskirin. Li ser de jî li gorî rapora CPT’yê, ziyareta Îmralî ne di bernameya wê de bû, ango serdanekî taybet bû, tevî wê jî ne piştî serdanê, ne jî di rapora xwe ya fermî de cih nedan vê rewşê û ne nirxandin, ev jî bi me re gelek şik û gumanên mezin avadike. Ev perçikandina hemû hiqûqa navnetewî exlaq û wîjdana wê ye. Ev politikayên komplogerên navnetewî, di kesayeta Rêber Apo de li hemberî gelê Kurd û gelên Rojhilata navîn pêşxistîn; înkara mîsyon û nasnameya Rêber Apo ya bûyî malê civak û mirovahiyê, tirsa ji hêz, bandor û Rêbertiya wî ye.”
CPT perçeyekî pêşxistina pergala îşkence û tecrîda li Îmraliyê ye
Di daxuyaniyê de tecrîda heyî wiha tê nirxandin: “Li gorî hevpeymana mafê mirovan a Ewrûpa û hiqûqa navnetewî, tevî mafê Rêbertî û girtiyên din ên li Îmraliyê heye ku bi parêzer û malbatê re hevdîtinan çêbikin jî, lê di van her du salên dawiyê de li Îmralî hevdîtinekî herî biçûk jî çênebûye û ji wan agahî nîne, tecrîta mutlaq a hişk hatiye pêkanîn. Di du salên dawiyê de, hevdîtina CPT’yê ya di Îlona sala 2022’an de hatî kirin a destpêkêye, tê zanîn û bi raya giştî re hatiye parvekirin. Tevî hin nîqaşên wekî Rêber Apo derneketiye hevdîtinê û hevdîtin çênebûye pêşketin jî, lê belê di 6 mehên derbasbûyî de CPT’yê daxuyaniyekî ku wîjdana raya giştî rehet bike nedaye. Ev jî rewşekî bi tamamî li dijî misyona CPT’yê ya “li dijî îşkence û astengkirina wê ye” û bê hiqûqîye. Di raporê de tenê dibêjin Îmralî hatiye ziyaret kirin, lê qala çavdêrî û pêşbîniyên xwe nakin, ev jî îspata wê ye ku CPT’î jî parçeyekî pêşxistina sîstema îşkence û tecrîta li Îmralî ye.
Em ê sîstema Îmraliyê ya şerma mirovahiyê bişkînin
Kongra Star herî dawî bang li jin û ciwanan kir ku li dijî rapora CPT çalakiyên demokratîk ên ku zextê çêbikin pêş bixînin û wiha hate gotin: “Ji bo tecrîta mutlaq a van du salên dawiyê ya li dijî Rêber Apo û girtiyên şoreşger ên li Îmraliyê tê meşandin were şikandin û valaderxistin, em banga jin, ciwan, dost û rayagiştî ya demokrat dikin ku, li dijî rapora CPT’iyê çalakiyên demokratîk ên ku zextê çêbikin pêş bixin. Li dijî vê bê hiqûqiyê, bi rêyên hiqûqî, çalakiyên demokratîk, ragihandin û weşanan re li ser piyan bin, şiyarbûn zêde were pêşxistin û em CPT’î û saziyên peywendîdar ên li Ewrûpayê neçar bikin, gavên şikandina sîstema îmraliyê biavêjin. Hemû kes, jinên têkoşînvan, jinên hiqûqnas, saziyên hiqûqî û di destpêkê de gelê me yên li Ewrûpa jiyan dikin û dostên me, em bangawaziya protestokirina vê helwesta CPT’yê dikin, ji bo valaderxistina vê em bangawazî dikin ku hewildanên wan ên demokratîk pêş bikevin. Li dijî tecrîta li Îmralî ya mutlaq û bê navber, em ê berxwedan û têkoşînekî mûtlaq û bê navber bidin meşandin, em ê sîstema Îmraliyê ya şerma mirovahiyê bişkînin.”