Bi komeleya jinan a li gund şîdet û zewaca zarokan kêm bû

Amal Ebû Îsa ya ku bi komeleya li gundê Hacer ed-Dîk ê Xezayê damezirandiye hewl dide pirsgirêkên jinan çareser bike, diyar kir ku wan bi perwerdeya xwe rêjeya şîdetê gelekî kêm kiriye û zewaca zarokan kêm bûye.

RAFIF ESLEEM

Xeza – Gundê Hacer ed-Dîk ê gundê çandiniyê ye li ser sînorê Şerîda Xezayê ye, bi dagirkeriya Îsraîlê re rû bi rû ye. Koordînatora Projeyê ya Komeleya Perwerde û Hişyariyê ya Şanabelê Amal Ebû Îsa ji bo gundiyên ku ji gelek xizmetên wekî çûnûhatin, tenduristî û perwerdeyê mehrûm mane xebatek da destpêkirin.

Amal Ebû Îsa ya ku 25 sal berê di komeleyê de wek koordînatora projeyê dest bi xebatê kir got: “Di destpêkê de min digot qey ez ê biçim gelek gundên ser sînor û kar bikim lê gundê Hecer ed-Dîk ji erd û girên dijwar pêk dihat. Divê hûn 25 hûrdeman an bêtir bimeşin. Min jî berpirsyariya vî gundî girt ser xwe."

 'Zilamên gund daxwaza perwerdeya zarokên xwe kirin'

Amal Ebû Îsa diyar kir ku di destpêkê de qebûlkirina jinan û hevkariyê ji bo gundiyan ne hêsan bû wiha got: “Dema ez çûm gund, pêşî min zilamên li wir dîtin. Bi gelemperî, wan perwerdeya zarokan daxwaz dikirin. Me lêçûn girt û me kreş ava kir. Ji bo perwerdeya jin û keçan me bi gundiyan re hevkarî kir û car caran pêbaweriyek çêbû. Piştî baxçeyê zarokan me dest bi xebata asfaltkirina riyan kir. Zarok êdî dikarin bi ewletir biçin dibistanê. Di warê tenduristiyê de jî me hin hewldan kirin.”

Di gelek qadan de piştgirî ji jinan re tê kirin

Amal Ebû Îsa da xuyakirin ku wan di sala 2000'an de Komeleya Xêrxwazî ​​ya El-Amal ava kirine û wiha got: "Ev komele ji bo pêşxistina têkiliyên civakî di navbera gel de, bilindkirina asta çandê û piştgiriya projeyên mîkro ji bo malbatan hatiye avakirin."

'Ji bo pirsgirêka fînansê em hewldaneke mezin didin'

Amal Ebû Îsa da zanîn ku jinên li gundan bi giştî karê çandinî û sewalkariyê dikin û wiha got: “Divê jin di vî warî de bên destekkirin. Komele her roj deriyên xwe ji sedan jinan re vedike û hewl dide ji pirsgirêkên wan re çareseriyan bibîne. Lê belê yek ji pirsgirêkên ku em pê re rû bi rû dimînin pirsgirêka fînansê ye. Em di vê mijarê de gelek hewl didin."

'Bi perwerdeyê hişyarî hat kirin tundî kêm bû'

Emel Ebû Îsa bal kişand ku ew dixwazin piştgiriyê bidin perwerdeya zarokên keç ên li gund û hewl didin di vî warî de hişyariyê bidin û wiha got: “Me dawî li devberdana dibistanê anî, me rêjeya tundûtûjî û zarokan gelekî kêm kir. Zewaca di temenê biçûk de niha kêm bûye. Ev çend ji mijaran in ku em di wan de serkeftî ne."

Amal Ebû Îsa, anî ziman ku ji ber dagirkeriya Îsraîlê gund hema bêje wêran bûye û komeleyên wê jî zirar dîtine û destnîşan kir ku ew ê têkoşîna xwe ya li dijî zîhniyeta baviksalarî bidomînin.