Kongra Star: Efrîn bi alîkariya hêzên derve hate dagirkirin
Koordînasyona Kongra Star bi boneya salvegera dagirkirina Efrînê û êrişên li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê daxuyanî da û got, “Armanca van êrîşan têkbirina projeya Neteweya Demokratîk a Rêveberiya Xweser e ku di 21’ê Çileya 2014’an de hat damezrandin.”

Navenda Nûçeyan – Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî di 20’ê Çileya 2018’an de êrişî Efrînê kir. Kantona Efrînê ya li ser bingehê Şerê Gelê Şoreşgerî 58 rojan berxwedanekê bê hempa meşand, bi alîkarî û piştgiriya hezên navnetewî ji aliyê dewleta Tirk ô komên çeteyên girêdayî wî hat dagirkirin.
Koordînasyona Kongra Star bi boneya 5’emîn salvegera dagirkirina Efrînê daxuyaniyek nivîskî weşand. Kongra Star di daxuyaniya xwe de bal kişand êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên di 20’ê Çileya 2022’an de li ser Girtîgeha Sinaa ya çeteyên DAIŞ’î yên girtî lê diman pêk hat û got armanca van êrişan têkbirina Rêveberiya Xweser e ku di 21’ê Çileya 2014’an de li Cizîrê hat damezrandin.
Kongra Star di daxuyaniya xwe de wiha got:
“Îro 20’ê Çileyê destpêkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Efrînê ye, ku di 2018’an de pêk anîne û di encamê de Efrîn dagir kirin. Her wiha di heman dîrokê de, lê di sala 2022’yan de çeteyên DAÎŞ’ê bi komployekê ku destê dewleta Tirk û hikumeta Şamê tê de heye, êrîşî Girtîgeha Sînaa ya Hesekê kir. Armanca van êrîşan têkbirina projeya Neteweya Demokratîk a Rêveberiya Xweser ku li Cizîrê di 21’ê Çileya 2014’an de hate damezirandin.
Lê di êrîşê de bi saya berxwedana mezin a hêzên leşkerî yên herêmê ku Pêngava Gurzê Gelan ragihandin, dagirkeran derb xwarin û hewldanên hêzên leşkerî bi serkeftineke mezin tacîdar bû. Lê di oxira parastina herêmê de 121 cangoriyên azadiyê şehîd bûn.”
Banga darizandina DAIŞ’ê
Kongra Star di daxuyaniya xwe de bal kişand ser darizandina çeteyên DAIŞ’ê û wiha got; “Em di serî û di kesayeta 121 qehremanên ku efsaneyên dîrokî nivîsandin, tevahî şehîdên şoreşa azadiyê bi bîr tînin û soza xwe di salvegera yekemîn a Pêngava Gurzê Gelan de nû dikin. Her wiha, em xeterî û metirsiyên şaneyên veşartî yên DAÎŞ’ê ku bi dawî nebûne û dewleta Tirk bi hemû rê û rêbazan wan destek dike, dibînin. Em dibêjin ev rewşa berpirsyariya Hêzên Koalîsyonê bi serkêşiya Emerikayê ye, ku rê nede dewleta Tirk careke din DAÎŞ’ê li herêmê zindî bike. Dîsa banga me li civata navneteweyî ye ku erka xwe ya darizandina DAÎŞ’ê bi lez pêk bîne. Ji ber ku hebûna wan li herêmê xetereyeke mezin e. Di dawiyê de jî em spasiya gelê xwe yê berxwedêr dikin ku bi şervanên xwe re bûn yek heta ku ev komplo têk bir û meşa xwe ya azadiyê heya roja îro dewam kir.”