Nobeta Edaletê di roja 683’emîn de ye
Malbata Şenyaşar ya ev 683 roj in bê navber têkoşîna edaletê didomîne, wiha got: “Li Rihaya Paytexta Cihana Îslamê ya 2023, nobeta me ya “ji bo pêşêrojek bi edalet û ronî” di roja 683’emîn de berdewam dike”

Riha – Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parastvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di roja 683’ an de didome. Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar ên ji mala xwe ya navçeya Pirsûsê hatin ber deriyê edliyeyê nobeta xwe domandin.
'Bêedaletiya herî mezin li qesra edaletê pêk tê’
Ferît Şenyaşar ê di nobetê de axivî, diyar kir ku li paytextê cîhana îslamê yê 2023’yan zilma darazê didome û got ku li Tirkiyeyê bêedaletiyek heye lê bêedaletiya herî mezin niha li qesra edaletê ya li ber nobetê digirin pêk tê. Ferît Şenyaşar wiha got: “Di sala 2018’an de li dijî malbata me komkujiyek hate kirin. Lê bobelateke hiqûqê kirin û bûyer yek bûyer bû lê wekîlê Serdozgerê Rihayê Enver Eroglû doz kir du beş. Piştî ku ev bobelata hiqûqê pêk anî, terfî kir û bû Serdozgerê Komarê yê Dêrsimê. Sedemê ku doza me bi vê ecêbiyê didome ew e ku parlamenterekî partiya deshilatê di nava dozê de ye.”
‘Yekane daxwaza dayikê ew e ku kurê wê were berdan’
Ferît Şenyaşar, bi bîr xist ku dema ewilî li ber edliyeyê dest bi nobetê kirin her tim dihatin astengkirin û ev tişt gotin: “Êdî dewlet jî hînî vê rastiyê bû ji ber têkildarî pêvajoya dawî hemû heqîqet derketin holê êdî mudaxileyî me nakin. Dema em dixwazin rûdinin û pankarta xwe vedikin. Yekane daxwaza dayikê ew e ku kurê wê yê bi fermana serdestan bi awayekî bêhiqûqî hatiye girtin were berdan. Dayik jî êdî westiya. Em dixwazin ev zilm û bêhiqûqî demildest ji holê bê rakirin.”
Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe ya medyayê dijîtal Wezareta Dade, Serokomarê Tirk Erdogan û Walîtiya Riha yê etîket kir û ev peyam parvekir: “Li Rihaya Paytexta Cihana Îslamê 2023, nobeta me ya “ ji bo pêşêrojek bi edalet û ronî” di roja 683’emîn de berdewam dike.”