Konferansa ciwanên Şengalê bi pêyama xurtkirina têkoşînê bi dawî bû

Konferansa 3’yemîn ya Yekîtiya Ciwanên Êzîdxanê ku bi beşdariya pêhateyên Ereb, Turkmen û Êzidî yên Şengal û Musilê hat li dar xistin, bi dawî bû.

Şengal – Konferansa 3’yemîn ya Yekîtiya Ciwanên Êzîdxanê ku bi beşdariya pêhateyên Ereb, Turkmen û Êzidî yên Şengal û Musilê li navçeya Sînûnê ya Şengalê hat li dar xistin, bi dawî bû.

Konferansa ku danê siharê destpê kir bi guhdarkirina peyamên ciwanên Mexmûr, Ewrupa dewam kir. Di peyaman de ciwanan piştgirî dan têkoşîna ciwanên Êzidî yê li dijî planên li ser ciwanan, dagirkerî û fermanan û her wiha peyamên ji bo parastina destkeftiyên Şengalê hatin dayîn.

PADÊ jî bi peyameke kûrt konferansa ciwanan pîroz kir. Piştî pêyaman sînevîzyoneke li ser kar û têkoşîna ciwanan hate temaşekirin û paşê jî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo ciwanan û bi taybet jî ciwanên Êzidî hate temaşekirin.

Di heman demê de li ser navê YJŞ’ê (Yekîneyên Jinên Şengalê) û Endamên TAJÊ (Tevgera Azadiya Jinên Êzidî) axaftin hatin kirin. Axaftvanan dan diyar kirin ku ew bi vê konferansê hêviya Xweseriya Şengalê mezintir dikin. Her wiha dan diyar kirin ku ew bi saya fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tekoşîn dikin û xweseriya xwe diparêzin û anîn ziman ku wê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîna xwe xurttir bikin.

‘Wê serkeftin ya me be’

Piştî nîqaşan Endama Koordînasyona Yekîtiya Jinên Ciwan ya Êzîdxanê Sara Botan axaftina dawî kir û wiha got: “Em bixêrhatina hemû hevalan dikin û konferansê li hemû hevalên amade pîroz dikin. Em ê sala nû bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û misogerkirina xweseriya şengalê. Tekoşîna me bi saya Rêber Apo ye. Erkê ku bikeve ser milê me ji bo parastina civaka xwe û mezin kirina hêzên xwe emê bikin. Em ê hemû êrîşên dijminan têk bibin. Çiqas bixwazin ku ciwanan ji cewherên wan dur bixin wê nikaribin. Ji ber ku ciwan xwediyê îrade û bawerî ne. Wê serkeftin ya me be. Bi rihê berxwedana Metîna û Zapê em vê konferansê diyarî hemû rêhevalên şehîd dikin.”

Konferans bi soz dayinê û dirûşmên “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Ciwan Fedaiyê Rêber Apo Ne” bidawî bû.