Konferansa Xweseriya Şengalê li Bexdayê destpê kir

Li Bexdayê ya li paytexta Iraq Bexdayê, bi beşdarbûna nûnerên partî, rêxistin, eşîrên Şengalê û xizmên qurbaniyên fermanê, konferansa li ser Rêveberiya Xweser a Şengalê destpê kir.

Bexda – Di 9’emîn salvegera Fermana 74’an a di 3’ê Tebaxa 2014’an de li ser civaka Êzidî pêk hat, konferansa li ser Rêveberiya Xweser a Şengalê bi beşdarbûna nûnerên partî, rêxistin, eşîrên Şengalê û xizmên qurbaniyên fermanê, li Bexdayê dest pê kir. 

Konferansa bi mijara ‘Xwerêveberî misogeriya pêkhateyên Iraqê ye’ bi pêşengiya civaka Êzidî pêk tê. Konferans li Otela Navneteweyî ya Bexdayê, bi beşdarbûna nûnerên partî, rêxistin, eşîrên Şengalê û xizmên qurbaniyên fermanê destpê kir.

‘Em ê doza xwe bi ser bixin’

Axaftina vekirinê ya konferansê ji aliyê Rêvebera Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Xezal Reşo ve hat kirin. Xezal Reşo ya bal kişand ser komkujiya 3’ê Tebaxa 2014’an, kesên di fermana 74’an de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî û wiha got: “Di wê roja reş de DAIŞ’ê bi hezaran jin, zarok û Keçên me qetilkirin, li pazaran firotin û jenosîdek bi serê civaka me de anîn. Em ê ta doza xwe bi ser bixin li ser baweriya xwe û çanda xwe bimeşin.”

Dê konferans heta êvarê dewam bike û tê payin li gel nirxandina fermanê, sedemên fermanê, girîngiya xwerêveberiyê ji bo Şengalê were nirxandin.