Konferansa Navneteweyî ya Romayê bi encamnameyek bi dawî bû

Di daxuyaniya dawî ya Konferansa Navneteweyî ya Romayê de hat destnîşankirin ku azadiya Abdullah Ocalan ji bo çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd şerteke pêwîst e.

Navenda Nûçeyan- Konferansa Navneteweyî ya ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî li paytexta Îtalya Romayê hatibû lidarxistin û du rojan bi beşdariya 300 delege ji kesayetên cuda ji dewletên cîhanê, duh bi encamnameyê dawî bû.

Di konferansa ku ji aliyê Buroya Ragihandina Kurdistanê û Komîteya Kampanyayê ve hat lidarxistin de, bandora hemleya “Ji Rêber Apo re azadiya fîzîkî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” hat nîqaşkirin. Xala sereke ya rojevê banga dîrokî ya 27’ê Sibatê ya ji aliyê Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan ve hat kirin. Her wiha gavên ku di konferansê de bên avêtin jî hatin nîqaşkirin.

Konferans bi daxuyaniyek dawî bû daxuyanî wiha bû:

Beşdarên konferansê banga Abdullah Ocalan a 27'ê Sibatê ya ji bo aştî û civaka demokratîk silav dikin û piştgirî didin. Her wiha agirbesta yekalî ya ku di 9'ê Sibatê de ji aliyê PKK'ê ve hat ragihandin, weke berdewamiya dilsoziya aliyên Kurd a ji bo aştiyê hat nirxandin. Lê belê nerazîbûna dewleta Tirk a li hemberî banga Ocalan û agirbestên yekalî cihê fikaran e. Pêla girtina şaredar, rojnamevan, parêzer û aştîxwazên ku niha li Tirkiyeyê tên meşandin, rêya otorîter a dewleta Tirk bi awayekî zelal nîşan dide. Ev pêşketin bi serê xwe bêbaweriyeke mezin li hember daxuyaniyên siyasî yên ku serdema aştiyê dest pê kiriye çêdike.”

Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Fikrên Ocalan ji bo civakên cîhanê çavkaniya îlhamê ye û di konferansê de kêşe û encamên erênî yên kampanyayê di van du salên dawî de bi dest xistine hatin nîqaşkirin. Kampanyaya derparzemînê bi gelek çalakiyên siyasî, hiqûqî û civakî zextên siyasî li saziyên navneteweyî yên têkildar ên wekî Konseya Ewropayê, Komîteya Têkoşîna li dijî Terorê û dewleta Tirk, kir. Bi van çalakiyan fikrên Abdullah Ocalan ên li ser konfederalîzma demokratîk, azadiya jinê, ekolojî, cihêrengî û perspektîfên nû yên jiyana hevbeş ji civakên cîhanê re bûne îlham."

Banga dîrokî derfetek e

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku ji ber banga dîrokî ya Abdullah Ocalan a ji bo aştî û civaka demokratîk şansên têkoşîna ji bo azadiya Abdullah Ocalan zêdetir e. Azadiya wî ji bo çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd şertek pêwîst e, ev jî wê bibe sedema pêvajoya veguhertina demokratîk li Tirkiyeyê. Veguherîna demokratîk a Tirkiyeyê wê li Sûriye, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Iraq, Herêma Kurdistanê û tevahiya Rojhilata Navîn guhertinên erênî yên paralel teşwîq bike. Di demekê de ku bêqanûnî, wêrankirina jîngehê û nelirêtî li seranserê cîhanê zêde dibe, Abdullah Ocalan li yek ji herêmên herî krîz ê Rojhilata Navîn bi hêza civakê firsendê ji bo aştiyê dibîne."

Pêşniyarên çareseriyê

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi azadiya Abdullah Ocalan divê ev pêşniyar bên bicihanîn: "Zêdekirin û xurtkirina zextên siyasî yên li ser hikûmetên Ewropayê ji bo ku dewleta Tirk di pêvajoya aştiyê ya cidî û watedar de cih bigre û ji azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dest pê bike. Ji bo dayîna hemwelatiya rûmetê ya Abdullah Ocalan li çar aliyê cîhanê, weke li Îtalyayê însiyatîf zêde bibin. Ji bo 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi pêşengiya sendîka û tevgerên civakî yên berfireh ji bo “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd” kampanyaya “Roja Çalakiyê ya Cîhanê” were lidarxistin. Her wiha lidarxistina konser û semîneran ji bo azadiya Abdullah Ocalan. Abdullah Ocalan ji bo xelata Aştiyê ya Nobalê bê namzetkirin."